Di ser rûxîna Esed re salek derbas bû: Kurd ji Şamê pêngavên şênber dixwazin

17 demjimêr berê
Vîviyan Fetah
Xelkê Şamê rûxina rejimê pîroz dikin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xelkê Şamê rûxina rejimê pîroz dikin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Beşar Esed Şam Sûriye MSD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Welatiyên Sûriyeyê salvegera yekem a rûxîna rejîma Beasê pîroz dikin û çavê wan li avakirina Sûriyeyeke nû ye.

Kurdên ku neteweya duyem a herî mezin a wî welatî ne, daxwazê ji hikûmeta Sûriyeyê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeya nû gavên pratîk biavêje.

Dan û standinên di navbera hikûmeta Şam û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê qut nebûne lê ev dan û standin bi awayekî hêdî dimeşin.

"Astengiyên navxweyî û derveyî hene"

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Şamê Ebdulwehab Xelîl ji Rûdawê re axivî.

Ebdulwehab Xelîl li ser dan û standinên Şam û Rojavayê Kurdistanê got:

"Gelek astengiyên navxweyî û derveyî hene. Yek ji wan astengiyan bandora dewletên herêmê ye. Mînak, Tirkiyeyê bandoreke mezin li dan û standinan kiriye."

Xelîl di berdewamiyê de behsa faktorên navxweyî jî kir û got, "Li Siwêdayê pirsgirêkên navxweyî derketin û ev yek bû sedema derengketinê.

Her wiha rûdanên li herêma beravê û nebûna baweriyê di navbera aliyên Sûriyeyî de bandorê li proseyê dikin."

Ebdulwehab Xelîl diyar kir ku gavên hatine avêtin ne li gorî daxwazên Sûriyeyiyan in û got,"Ez bawer im hinek gav hatine avêtin lê ev gav negihiştine wê asta ku hemû Sûriyeyî dixwazin."

" Îradeya şandeya Kurdî"

Salek di ser rûxîna rejîma Esed û avakirina hikûmeta nû re derbas bû.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) helwesta xwe ya li ser qonaxa nû nîşan da.

ENKSyê çend caran diyar kiriye ku hikûmeta niha tiştek pêşkêşî Kurdan nekiriye û bi "Şandeya Kurdî ya Hevbeş" re neciviyaye.

Şandeya Kurdî ya Hevbeş piştî "Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî" ya 26ê Nîsana 2025an hatibû avakirin.

Endamê Serkirdayetiya ENKSyê Nîmet Dawûd li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Kurdan çend caran ji rêvebiriya Ehmed Şer bi xwe xwestiye ku bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş re bicivin.

Şandeya Kurdî ya Hevbeş şandeya îradeya Kurdan e, ne şandeya partiyekê ye."

Daxwaza civîna bi Ehmed Şer re

Nimet Dawûd xwest ku hikûmeta Sûriyeyê an Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dawetnameyekê ji Şandeya Kurdî ya Hevbeş re bişîne.

Dawûd diyar kir ku ew dixwazin di wê civînê de daxwaz û mafên Kurdan ên di qonaxa nû ya dîroka Sûriyeyê de gotûbêj bikin û got:

"Eger dawetnameyek ji şandeya Kurdan re bê şandin û civînek çêbibe, ev yek dê bibe cihê aramiyê.

Ne tenê Kurd, hemû gelê Sûriyeyê dê bêje ku piştî salekê tiştekî pratîk pêk hatiye."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara 2025an peymanek îmze kiribû.

Vê peymanê mijara tevlîbûna artêşa Sûriyeyê û parastina hemû pêkhateyan li xwe digirt.

Her çend serê salê wekî dema dawî ya bicihanîna peymanê hatibû diyarkirin jî, ev dem ji ber derengketina bicihanîna naveroka peymanê 3 mehên din hat dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst