Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ew dê nexşe û cihê wan xalan belav bikin ku li Taxa Şêx Meqsûdê dikin hedef û daxwaz ji şêniyan kir ku ji wan deran dûr bikevin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê îro daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya ku Ajansa SANAyê belav kiriye, artêşê ragihandiye:
"Em dê bi rêya ekran û platformên kanala 'Ixbariye Sûriye'yê (Al-Ikhbariya Al-Syriya) wan cihên ku li nava Taxa Şêx Meqsûdê tên hedefgirtin belav bikin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji bo vê êrişê hincetek nîşan da û îdia kir HSDyê ew der kirine baregeh.
Artêşê hişyariyeke tund da welatiyên sivîl û got:
"Em careke din hişyariyê didin şêniyên Şêx Meqsûdê, divê ji hemû pêgehên HSD û PKKyê dûr bikevin, bi taybetî jî ew cihên ku dê li pey hev werin belavkirin."
Çavkaniyên Kurd didin zanîn ku Artêşa Sûriyeyê bi tank û topan taxên Kurdan dike armanc.
Li gorî Asayîşa Navxwe ya Helebê, 9 kesan canê xwe ji dest daye û 58 birîndar hene (Hinek çavkanî behsa 20 kuştiyan dikin).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse