HELEB - Li taxên Kurdan krîza sotemeniyê: Hêzên hikûmetê rê nadin

2 demjimêr berê
Hisên Omer
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Dorpêç Şêx Meqsûd Eşrefiye Sotemenî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Hevbeş a Encûmena Êl û Rûsipiyan ragihand ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê rê nadin sotemenî derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bibe û ji ber vê yekê krîzeke mezin a sotemeniyê derketiye.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, ji ber dorpêça hêzên hikûmetê careke din pirsgirêkên mirovî serî hildan.

Endamê Birêvebiriya Hevbeş a Encûmena Êl û Rûsipiyan Îdrîs Şêxo ji Rûdawê re diyar kir ku rêbendên hêzên hikûmeta Sûriyeyê rê nadin ku mazot, benzîn û xaz derbasî taxên wan bibin.

“Tenê rê didin kel û pelên xwarinê xwarinê”

Îdrîs Şêxo da zanîn ku astengî tenê bi sotemeniyê ve sînordar nînin û got:

“Hêzên hikûmeta Sûriyeyê rê nadin keresteyên avahîsaziyê jî derbasî taxên me bibin û tenê rê didin derbasbûna kel û pelên xwarinê.”

Bihayê gazê gihiştiye 450 hezar lîreyî

Li gorî zanyariyên ku Îdrîs Şêxo dane Rûdawê, ji ber vê dorpêç û rêgirtinê, sotemenî li wan taxan zehmet peyda dibe û bihayê wê gelekî zêde bûye.

Hat diyarkirin ku bihayê lîtreya mazotê gihiştiye 12 hezar lîreyên Sûriyeyê û bihayê tûpê gazê jî gihiştiye 450 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Her wiha hat ragihandin ku elektrîk li wan taxan hîn qutkirî ye û av jî bi awayekî qutbûyî û car caran tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst