Hewlêr (Rûdaw) - Ji Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Sûriyeyê Stefan Schenk got, “Demeke nêzîk dê balyozxaneya Almanyayê bê vekirin."
Balyozxaneya Almanyayê ya Sûriyeyê piştî 13 salan cara yekemîn şeveke fitarê amade kir û Nûçegihanê Rûdawê Dilxwaz Mihemed jî beşdar bû.
Ji Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Stefan Schenk niha mijulî vekirina balyozxaneyê dibe.
Stefan Schenk ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku demeke nêzîk dê Balyozxaneya Almanyayê ya Sûriyeyê vebe.
Bi gotina Stefan Schenk nêzîkî mîlyonek û nîv xelkê Sûriyeyê li Almanya dijîn û gelek ji wan bûne welatiyê Almanyayê.
“Em ji bo Sûriyeya nû li vir in”
Stefan Schenk wiha got:
"Ez difikirim ku ev nîşana vegera Almanyayê ye. Em ji bo piştgiriya Sûriyan û Sûriyaya nû ya azad li vir in.
Piştî nema dîktatoriya tirsnak a Esed rê ji bo paşerojeke çêtir gelekî zehmet e.
Dema vekirina balyozxaneyê diyar nebûye.
Bi min hebûna hemû dostên me li bakur, rojhilat, rojava, başûr û Şamê nîşan dide ku niha dema herî baş e ku em li vir bin û di vê dema zehmet de alîkar bin."
“Şandeyeke me li vir e”
Schenk derbarê karên bikin jî got, “Em hêvî dikin ku em karibin demeke nêzîk balyozxaneya xwe li vir vekin.
Niha em li vir in û ev merasim jî nîşana hebûna me ye. Şandeeyeke me ji bo karûbarên aborî û çandî li vir e û ez difikirim ku ev jî gelek girîng e da ku em bi awayekî pratîkî dest bi kar bikin.
Em dikarin di hemû waran de kar bikin, bi taybetî di warên çandî û siyasî û pêşkêşkirina alîkariya mirovî de ku niha gelek girîng e.
Ez gelekî kêfxweş im ku tenê sê meh piştî şoreşê em vegeriyan vir û ev jî nîşaneke gelek baş e.”
“Têkiliyên Almanya û Sûriyeyê taybet in”
Stefan Schenk li ser pêwendiyên Almanya û Sûriyeyê jî got:
“Ez difikirim ku têkiliyên Almanya û Sûriyeyê taybet in. Nêzîkî milyon û nîvek welatiyên Sûriyeyî-Almanayî hene ku bûne pirek di navbera Sûriye û Almanyayê de.
Bi min ev aliyekî girîng ê têkiliyên me yên dualî ye û pêşketina zêdetir jî di vê de heye."
Schenk behsa bûyerên li berava Sûriyeyê jî ku di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.
“Divê hemû alî xwe ji tol û şer dûr bigirin”
Wî li ser wan bûyeran wiha biland:
“Tiştê ku li beravên rojava diqewime cihê fikareke kûr e. Me daxuyaniyeke fermî hebû û me xwest ku alî xwe ji tolê û şer dûr bigirin.
Yekîtiya neteweyî gelek girîng e û bi piştrastî em dixwazin pêvajoyeke siyasî ya giştgir û dadperweriyê bibînin ku piştî gelek salan ji tolhildanê û tolhildanê dibin derfeta aştiyê li Sûriyayê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse