Hewlêr (Rûdaw) - Apê Serokê Sûriyê, Rifet Esed piştî 36 salan ji koçberî û sirgûnê vegeriya Şamê û biraziyê wî bi şêweyekî ne fermî be jî ew efû kir.
Li gor rojnameyeke nêzîkî Hikûmeta Sûriyê Rifet Esed, mamê Serokê Sûriyê şeva Pêncşem li ser înê bi rêya Îspanya vegeriya Sûriyê.
Rojnameya Al Watan eşkere dike ku vegera Rifet Esed piştî danûstandineke zêde li gel hikûmeta Sûriyê çêbû.
Rojname dinivisîne ku ji ber rewşa wî ya tendirustî ne baş bû û wî bi xwe dixwest vegere, Serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo vegera wî rê vekir.
Di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de, Rifet Esed li balyoxeneya Sûriyê li Parîsê çûbû ser sindoqê û deng dabû Beşar Esed, ew jî peyamek bû ji bo vegera wî.
Di 17ê Hezîrana 2020an de, li Parîsa paytexta Fransayê, dadgeheke Fransî bi tohmeta diziya xezîneya dewleta Sûriyê hukmê 4 salan zindanîkirinê li Rifat Esed birrîbû, lê li gor yasaya Fransayê ji ber ku temenê Rifat Esed 84 sal e, dibe ku neçe zindanê, lê tenê wê aqarên wî yên ku bi 90 milyon EURO têne texmînkirin ji aliyê hikûmeta Fransayê bêne destserkirin.
Rifat Esed, birayê biçûk ê Hafiz Esed serokê berê yê Sûriyê ye, ku di sala 1984an de derbeyeke serbazî biserneketî dijî birayê xwe pêk anîbû, lê piştre bo derveyî welat hate sergon kiri û ew ji Sûriyê derketibû û çûbû li Fransa bicih bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse