Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê îro Duşemê 10ê Tebaxa 2020 li bajarê Şamê Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê, Perwîn Îbrahîm desteser kirin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Qamişlo ragihand, Perwîn Îbrahîm di dema birêvebirina kombûneke nerazîbûnê li pêşiya avahiya parlamentoya wî welatî li Şamê hatiye desteserkirin.
Perwîn Îbrahîm di hilbijartinên xûla sêyem a parlamentoya Sûriyê de ku wek Meclisa Gel tê naskirin, li sînorê parêzgeha Hesekê bûbû namzed, lê belê serneketibû.
Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê berî hilbijartinan, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, ew dixwaze li parlamentoya Sûriyê bibe deng û hêviya Kurdan.
Perwîn Îbrahîm gotibû:“Ev parlamentoya ku hêviya kesî lê tune ye, ez dixwazim dengê me têde hebe, êşa milet bigihînim. Bernameya me ya hilbijartinan aborî û civakî ye. Nakokiyên di nava hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser û ENKSê de, ziyanê li milet dike.”
Hilbijartinên gera sêyem a parlamentoya Sûriyê roja Yekşemê 19ê Tîrmeha 2020an bêyî beşdariya aliyên Kurdî hatibû lidarxistin.
Herwiha ji ber dijatiya Rêveberiya Xweser, ew hilbijartin li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên din ên di jêr kontrola wê rêveberiyê de nehatibû sazkirin û tenê li hin taxên bajarên Hesekê û Qamişloyê ku hêzên hikûmetê lê hene, sindoq hatibûn danîn.
Berdevkê Rêveberiya Xweser, Luqman Ehmê di daxuyaniyekê de gotibû, li navçeyên rêveberiyê sindoqên dengdanê nayên danîn.
Di wan hilbijartinan de li ser asta Sûriyê tenê 25 kes bûbûne berbijêr. Herwiha li sînorê parêzgeha Hesekê jî 207 kes bûbûne berbijêr ku tenê 5 kes ji wan Kurd bûn û yên din kesên alîgir û ser bi hikûmeta Sûriyê ve bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse