Siyasetvana Kurd Perwîn Îbrahîm hat azadkirin

10-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê, Perwîn Îbrahîm ku îro li Şamê hatibû desteser kirin, piştî çend saetan desteserkirinê hat azad kirin.

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyê îro Duşemê 10ê Tebaxa 2020 li bajarê Şamê Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê, Perwîn Îbrahîm di dema birêvebirina kombûneke nerazîbûnê li pêşiya avahiya parlamentoya wî welatî li Şamê hate desteserkirin.

Piştî çend demjimêran Perwîn Îbrahîm û kesên ligel hatibûn destserkirin hemû hatin berdan.

Perwîn Îbrahîm piştî hat berdan bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand ku dadgeha Sûrî ji aliyê Partiya Beasî ve bûye siyasî û li gor siyasetê biryara xwe dide.

Îbrahîm da zanîn ku dema wan li avahiya parlamentoyê nerazîbûna xwe li hemberî encamên hilbijartinên nîşan dida hatine destserkirin.

Bi gotina Perwîn Îbrahîm hêzên asayişê dema desteserkirinê de çavên wan girtine û dest bi ser mobil û kelûpelên wan ên taybet de jî girtine û ew birine Rêveberiya Ewlekariyê ya Şamê.

Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê herwiha da zanîn ku li navenda ewlekariyê miamleyeke xirab ligel wan kiriye û ji wan xwestine belgenameyeke îmze bikin ku careke din çalakiyên bo prostestokirinê encam nedin, lê ew dê wê yekê red dikin û dê dest ji mafê xwe bernedin.

Perwîn Îbrahîm di hilbijartinên xûla sêyem a parlamentoya Sûriyê de ku wek Meclisa Gel tê naskirin, li sînorê parêzgeha Hesekê bûbû namzed, lê belê serneketibû.

Seroka Partiya Ciwanan a bo Avedankirin û Guhertinê berî hilbijartinan, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, ew dixwaze li parlamentoya Sûriyê bibe deng û hêviya Kurdan.

Perwîn Îbrahîm gotibû:“Ev parlamentoya ku hêviya kesî lê tune ye, ez dixwazim dengê me têde hebe, êşa milet bigihînim. Bernameya me ya hilbijartinan aborî û civakî ye. Nakokiyên di nava hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser û ENKSê de, ziyanê li milet dike.”

Hilbijartinên gera sêyem a parlamentoya Sûriyê roja Yekşemê 19ê Tîrmeha 2020an bêyî beşdariya aliyên Kurdî hatibû lidarxistin.

Herwiha ji ber dijatiya Rêveberiya Xweser, ew hilbijartin li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên din ên di jêr kontrola wê rêveberiyê de nehatibû sazkirin û tenê li hin taxên bajarên Hesekê û Qamişloyê ku hêzên hikûmetê lê hene, sindoq hatibûn danîn.

Berdevkê Rêveberiya Xweser, Luqman Ehmê di daxuyaniyekê de gotibû, li navçeyên rêveberiyê sindoqên dengdanê nayên danîn.

Di wan hilbijartinan de li ser asta Sûriyê tenê 25 kes bûbûne berbijêr. Herwiha li sînorê parêzgeha Hesekê jî 207 kes bûbûne berbijêr ku tenê 5 kes ji wan Kurd bûn û yên din kesên alîgir û ser bi hikûmeta Sûriyê ve bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst