Yekîtiya Ewropayê: Divê li Helebê agirbest were bicihanîn

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Heleb Sûriye Hêzên Ewlekariya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Ewropayê yê Kar û Barên Derve Enwer Henûnî daxwaza bidawîanîna "dijmintiyên" li bajarê Helebê yê Sûriyeyê kir.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Enwer Henûnî tekezî li ser pêwîstiya parastina welatiyên sivîl û gihandina alîkariyan kir û ragihand:

"Em bangî hemû aliyan dikin ku ew agirbesta îro hatiye ragihandin bi cih bînin û bilez vegerin ser diyaloga siyasî ku bigihêjin çareseriyeke siyasî."

Henûnî amaje pê kir ku bidestxistina aramiyê ji bo misogerkirina veguhastina desthilatê û bicihanîna daxwazên gelê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e.

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Holendayê di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ew ji berdewamiya tundiya li Helebê "gelekî dilgiran in."

Wezaretê diyar kir, "Holenda rewşê ji nêzîk ve dişopîne û agirbestên demkî pêşwazî dike."

Holendayê her wiha tekez kir ku aramiya Sûriyeyê kilîta rêlibergirtina DAIŞê ye.

Roja sêşema borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li wan taxan bersiva êrişê dabû û şer derketibû.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî û Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ev şer bûye sedema koçberbûna nêzîkî 140 heta 180 hezar kesan.

Her wiha heta niha nêzîkî 30 kesan canê xwe ji dest daye ku sivîl jî di nav de hene û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li ser asta navneteweyî jî Amerîka û Neteweyên Yekbûyî zextan dikin da ku alozî kêm bibin û jiyana welatiyan were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst