Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û Sindoqa Bipêşketinê ya Erebistana Siûdî lihevtêgihiştinek îmze kir ku li gorî wê Erebistana Siûdî bi armanca "piştgiriya sektora enerjiyê" dê milyonek û 650 hezar bermîl petrola xav wekî alîkarî bide Sûriyeyê.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr ji rojnamegeran re ragihand:
"Ev alîkarî di çarçoveya piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji bo Sûriyeyê de ye û dê bandoreke wê ya baş li ser pêkanîna bipêşketin û jinûveavakirinê hebe."
Mihemed Beşîr amaje bi wê yekê jî kir ku petrola xav ji bo parzûnkirinê dê ji bo Parzûngeha Banyasê were veguhastin û piştre dê stasyonên sotemeniyê werin avakirin.
Birêvebirê Sindoqa Bipêşketinê ya Erebistana Siûdî Sultan Bin Ebdulrehman Murşid derbarê mijarê ragihand:
"Ez îro bi rênimayiya Şah Selman Bin Ebdulezîz û Şahzade Mihemed Bin Selman ji bo îmzekirina peymaneke lihevtêgihiştinê ya li ser alîkariyekê ku Erebistana Siûdî bi rêya Sindoqa Bipêşketinê pêşkêş dike li Sûriyeyê me."
Li gorî ajansa a fermî ya Sûriyeyê SANAyê alîkarî ji bo piştgiriya sektora enerjiyê ya li Sûriyeyê milyonek û 650 hezar bermîl petrola xav e.
Sultan Bin Ebdulrehman Murşid amaje bi wê yekê jî kir:
"Ev alîkarî ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê berdewamiya hewlên Erebistana Siûdî ye."
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê 28ê meha borî di warên petrol û elektrîkê de çend peyman bi kompanyayên Erebistana Siûdî re îmze kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse