SÛRIYE - Şahî bû şîn: Li dawetê teqîn, 33 birîndar hene

9 demjimêr berê
Nîşan Sûriye Dera Teqîn Dawet Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Derayê ya li başûrê Sûriyeyê li dawetekê teqînek çêbû û 33 kes birîndar bûn.

Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku li gundê Abîdînê yê Derayê di dema dawetekê de teqînekê rû daye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di teqînê de 33 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.

Birêvebirê Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê Dr. Nizar Reşdan da zanîn ku piştî teqînê birîndar bi ambulansan veguhastine nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst