Beşekî Sûriyan ne li gel asayîkirina peywendiyên Şamê û cîhana Erebî ne

14-04-2023
Mihemed Emîn Demir
Civîneke pêştir a welatên Komkara Erebî
Civîneke pêştir a welatên Komkara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nişteciyên bajarê Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê ji hewlên welatên Ereb bo asayîkirina peywdendiyan li gel Beşar Esed nerazî û aciz in.

Idlib bingeha sereke ya grûpên çekdar û opozisyona Sûriyê ye.

Rama Sifo, nişteciya Idlibê dibêje: “Em ew xelkê ku niha li bakurê Sûriyê dijîn hest bi xiyanetê dikin, dema guhê me li hewlên asayîkirina peywendiyan li gel Esed bû. Çawa piştî 12 sal xebat û şoreş, îro tên jê re dibêjin: vaye kursiya xwe li Komkara Erebî werbigire. Ev yek nayê qebûlkirin, bi rastî me hest bi bêhêviyê kir.”

Çalakvanê bi navê Ridwan Etreş dibêje: “Rastî ew e heta ew peywendiyan li gel rejîmê asayî bikin, nexşeya siyasî ya bakurê Sûriyê nayê guhertin. Ji ber rejîm bi xwe nikare îranê ji Sûriyê derxîne. Tirkiye ji Sûriyê dernakeve. Pêgehên serbazî yên Rûsyayê hene, herwiha Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê ye. Bi nerîna min ev asayîkirin tenê hibra li ser kaxezê ye, heta wê dema çareseriya siyasî neyê dîtin, ku ji berjewendiya gelêî Sûriyê û welatên cîran be.”

Li gel çêbûna krîz û şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011ê de, endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de hat cemidandin. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî di şerê 12 salan de, bi kêmanî 306 hezar kes hatine kuştin, zêdeyî 130 hezarên din wendayî ne. Herwiha zêdeyî 6 milyon û 900 hezar kes li nav welat derbider bûne û zêdeyî 6 milyon û 600 hezarên din jî reviyane derveyî Sûriyê.

Tevî vê yekê jî wî bi qasî yek tirilyon û 200 milyar dolar şerî zerar gihandiye aboriya Sûriyê.

Di çend salên bihorî de, her yek ji Îmarat, Lubnan, Misir û Umanê daxwaz kiribûn endamtiya Sûriyê li Komkara Erebî bê aktîvkirin, lê Qeter li jê  dijî vî hewlî ye.

Biryare roja Înê 14 vê mehê, neh welatên Komkara Erebî li Ceddeya Siûdiyê bicivin bi armanca Sûriyê vegerînin nav Komkara Ewrebî û Beşar Esed bo Lûtkeya 19ê Gulana bê li Royaza paytexta Siûdiyê vexwînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst