UNICEF dixwaze zarokên li Siwêdayê bên parastin

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Yûnanistan Kpçberên Kurd Siwêda UNICEF Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku şer û pevçûnên mehên Tîrmeha û Tebaxa 2025an li Siwêdayê zerereke zêde gihandine malbat û zarokan.

Li gorî UNICEFê, di wê heyamê de 22 zarok hatine kuştin.

Ajansa UNICEFê doh belav kir ku di tundiyên mehên Tîrmeha û Tebaxa 2025an de li parêzgeha Siwêdayê 22 zarok hatin kuştin û 21 zarokên din jî birîndar bûne.

Her wiha dibêje, şerên li wê navçeyê zerareke zêde gihandiye jêrxana mirovî ya wan herêman.

Çekdarên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê 13yê Tîrmehê dest bi şerê li dijî çekdarên Durziyan kir.

Şer bû sedema koçê

Li gorî UNICEFê, şer bû sedema koçberbûna 190 hezar kesan ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Li gorî ajansa ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, di wan şeran de êrişî herî kêm pênc navendên tenduristiyê û hinek ambulansan hat kirin.

Her wiha 2 bijîşk jî hatin kuştin.

Dawiya meha borî, hikûmeta Şamê bi alîkariya UNICEFê karwanê yekem ê alîkariyên mirovî gihand Siwêdayê.

Alîkara Nûnera UNICEFê ya Sûriyeyê Zeyneb Ademê got:

"Ji ber pêwîstiyên zarok û malbatan, hewlên desthilata demkî ya Sûriyeyê ji bo gihandina alîkariyê ji bo wan herêman pêngaveke pêşwazî lêkirî ye."

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 14 tîmên hawarçûnê yên tenduristiyê yên gerok li wan herêman hebûn, xizmet pêşkêşî çar hezar zarok û jinan kir û ava vexwarinê û sotemenî ji bo nêzîkî 30 hezar kesan peyda kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst