Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku ji bo avakirina Sûriyeyê pêwîstî bi 900 milyar dolarî heye.
Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di hevpeyvînekê de ji kanala CBS Newsê ya Amerîkayê re diyar kir ku mesrefa avakirina welat di navbera 600 û 900 milyar dolarî de ye.
"Pêwîstiya me bi piştgiriyeke berfireh heye"
Ehmed Şer da zanîn ku ji bo vê lêçûna mezin, pêwîstiya Sûriyeyê bi piştgiriyeke navneteweyî ya berfireh heye.
Ehmed Şer rexne li civaka navneteweyî girt û got, civaka navneteweyî 14 salan li hemberî karesata Sûriyeyê bê deng ma.
Şer da zanîn ku ji ber vê yekê, divê civaka navneteweyî niha piştgiriyê bide Sûriyeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse