Şam di şokê de ye: Diz ketin Muzexaneya Niştimanî

14-11-2025
RÛDAW
Muzexaneya Niştimanî ya Sûriyeyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Muzexaneya Niştimanî ya Sûriyeyê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Muzexaneya Neteweyî ya Sûriyeyê Şam Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê, Muzexaneya Niştimanî ya ku deriyên xwe ji geştyaran re vekiribû rastî bûyereke mezin a diziyê hat.

Berpirsên Sûriyeyê ragihand ku çend peykerên serdema Romayê ji muzexaneyê hatine dizîn.

Vê bûyerê di nava xelkê bajêr de şok û nerazîbûneke mezin çêkir.

Welatiyên Şamê ji ber windabûna van peykerên giranbiha matmayî mane. Wadah Xelîfe yek ji şêniyên derdora muzexaneyê ye.

Wadah bi dilgiranî hestên xwe wiha anî zimên, "Em şok bûn, ev cara yekem e em dibihîzin ku li muzexaneyeke niştimanî dizî çêdibe.

Ev ne tenê binpêkirineke dijî dewletê ye lê di heman demê de binpêkirina şaristaniya Sûriyeyê ye."

Lêkolîn û hêviya vegerandinê

Piştî ragihandina bûyerê, hêzên ewlehiya navxwe ji bo dîtin û vegerandina berhemên ku hatine dizîn dest bi lêkolîneke berfireh kiriye.

Xelkê herêmê hêvîdar e ku ev peyker di demeke nû de bên vegerandin, ji ber ku ew wan peykeran wekî beşeke girîng ji bo avakirina "Sûriyeya nû" û mîrata neteweyî dibînin.

Welatiyekî din ê Sûriyeyê yê bi navê Hisên Ebû Elxêr jî got: "Em hêvî dikin di demeke nêzîk de ev peyker vegerin, ji ber ku ew dê ji bo avakirina Sûriyeya nû bibin alîkar.

Em hêvî dikin Sûriye karibe xwe ji sifirê ji nû ve ava bike. Em hêvîdar in wekî berê neyên dizîn."

Girîngiya Muzexaneya Niştimanî ya Şamê

Muzexaneya Niştimanî ya Sûriyeyê ku sala 1919an hatiye damezrandin yek ji muzexaneya herî mezin a Sûriye û yek ji saziyên çandî yên herî kevn a Rojhilata Navîn tê naskirin.

Ew xwedî koleksiyoneke dewlemend a peykerên kevnar e ku dîrok û pirrengiya çanda Sûriyeyê nîşan dide.

Muzexane piştî bidawîbûna şerê navxweyî yê 14 salan û rûxana desthilata 54 salan a malbata Esed di 8ê Kanûna Paşîn a 2025an deriyên xwe ji nû ve ji bo geştyaran vekiribû.

Ew diziya ku piştî 11 mehan ji vekirina wê pêk hat, wekî derbeyek li hewldanên jinûveavakirin û parastina mîrateya çandî ya Sûriyeyê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst