HSD û Şam ber bi hefteyeke krîtîk ve diçin

14-11-2025
Wêneyekî temsîlî / Wêne: HSD
Wêneyekî temsîlî / Wêne: HSD
Nîşan HSD MSD Şam Entegrasyon
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku hefteya pêşiya me dê ji bo mijara entegrasyonê girîng be.

Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Şamê Ebdulwehab Xelîl, entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hevdîtinên li Washingtonê ji Rûdawê re nirxandin.

“Dê gavên baş bên avêtin”

Ebdulwehab Xelîl bi bîr xist ku Hakan Fîdan jî li Washingtonê tevlî hinek civînan bûye û got:

"Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan amade bû, gotûbêjên di navbera her du aliyan de baş bûn.

Piştgiriyeke Amerîkayê dê jê re hebe. Di rojên pêşiya me de dê dan û standin li ser asteke mezin di navbera HSD, ango Rêveberiya Xweser û Şamê de hebin.

Dê gavên baş bên avêtin. Dewletên xwedî bandor ên wekî Tirkiyeyê jî erênî bûn."

Tê payîn ku Rêveberiya Xweser di demeke gelekî nêzîk de şandeya xwe bişîne Şamê da ku dan û standinên bi hikûmetê re bidomîne.

Lê belê partiyên Kurdan yên di nav Rêveberiya Xweser de heta niha ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve derbarê doza Kurdan û mafên Kurdan ti nermbûnê nabînin.

“Tiştek nekiriye û nedaye”

Endamê Desteya Birêvebir a Partiya Wehdeyê Mihemed Qasim li ser vê mijarê got:

"Vê hikûmeta demkî heta roja îro ji bo Kurdan tiştek nekiriye û nedaye."

Bi nêzîkbûna jinûvedestpêkirina dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê de ku ev nêzîkî mehekê bû rawestiyabûn, şandeyeke Yekîtiya Ewropayê jî ji bo "Roja Dan û Standinê ya Sûriyeyê" li Şamê ye.

Şande bi saziyên civaka sivîl re rûdinê û balê dikişîne ser wê yekê dike ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj e.

Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Daniel Kolman got:

"Ez îro hatime vir da ku ez beşdarî Roja Dan û Standinan bibim. Ev cara yekem e ku li Sûriyeyê tê kirin û em gelek rêxistinan kom dikin da ku em mijarên herî girîng ên Sûriyeyê gotûbêj bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst