Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku li Şamê dengekî "teqîneke bihêz" hatiye bihîstin.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) teqîn li taxa Mezeyê ya li başûrrojavayê Şamê li nêzîkî Mizgefta El Rehmanê çêbûye û lêkolîn li ser çavkaniya teqînê berdewam dike.
Taxa Mezeyê bi hebûna gelek baregehên leşkerî yên girîng tê naskirin.
Baregeha asmanî ya Mezeyê ya ku ji sala 2023yan û vir ve gelek caran bûye armanca êrişên asmanî yên Îsraîlê jî li wir e.
Hinek ajansên nûçeyan îdia dikin ku teqîn êrişeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser Baregeha Leşkerî ya 86an a li Şamê bûye.
Lê heta niha derbarê sedema teqînê ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse