Li nêzîkî Balafirgeha Şamê teqîneke mezin çêbû

03-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şam Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, li baregeheke leşkerî teqîneke bihêz çêbû.

Li gorî agahiyên berdest, li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin.

Hat ragihandin teqîn li baregeheke leşkerî ya nêzîkî balafirgehê çêbûye.

Heta niha birêvebirya Sûriyeyê derbarê teqîna ku sedema wê hîn nayê zanîn tu daxuyanî nedaye.

Li aliyê din, li gorî rojnameya el Wetenê ya Sûriyeyê teqîn li bargeha leşkerî ya  artêşa berê ya Sûriyeyê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst