Heleb: Kumspî avahiyên zerardîtî yên erdhejê tînin xwarê

16-06-2023
Loloxan
Heleb: Kumsipî avahiyên zerardîtî yên erdhejê tînin xwarê
Heleb: Kumsipî avahiyên zerardîtî yên erdhejê tînin xwarê
Nîşan Heleb Erdhej Kumspî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Etaribê yê rojavayê Heleb berevaniya sivîl naskirî Kumspiyan dest bi herifandina avahiyên zerardîtî yên ji ber erdheja 6ê Sibate kirine.

Li bajarê Etaribê yê rojavayê Heleb a bakurê Sûriyê alavên hîdrolîkî yên berevaniya sivîl naskirî  Kumspiyan avahiyên zerardîtî ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an diherifînin.

Serokê Kumspiyan li Etaribê Ehmed Şahûd anî ziman, “Em niha li bajarê Etaribê ne, em avahiyên zerardîtî diherifînin daku em sivîlan biparêzin. Piştî derbasbûna zêdeyî 4 mehan di ser erdheja karesatbar re li bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê, tîmên me piraniya kavilên avahiyên herifî rakirine. Me zêdeyî 400 hezar metre sêca kavil li zêdeyî 120 komelgehên niştecîbûnê rakirine.”

9ê Adara borî Kumsipiyan bi rêya daxuyaniyekê ragihandin, ku planeke wan a rêxistkirî bo rakirina kavilên avahiyên herifî ji ber erdheja 6ê Sibatê li navçeyên zerardîtî li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê destpê kiriye. Ji wê demê jî ew di plana xwe de berdewam in.

Serokê Kumspiyan li Etaribê Ehmed Şahûd got, “Herifandina avahiyên zerardîtî bo parastina nişteciyan û alîkarîkirina civaka xwecihî ji encamên erdhejê berdewam e. Tîmên me rê bi dirêjahiya 160 kîlometre li 197 komelgehên niştecîbûnê vekirine, herwiha 540 kiriyarên herifandina dîwar û banên zerardîtî li zêdeyî 99 komelgehên niştecîbûnê cîbicî kirine.”

Li gor raporeke Banka Navdewletî, ji ber erdheja 6ê Sibatê nêzîka 10 milyon kesan li 4 parêzgehên Sûriyê bi qasî 5.1 milyar dolar zerar dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst