Sûriye: Berpirsyarên binpêkirinên li Siwêdayê dê werin cezakirin

16-07-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê binpêkirinên li parêzgeha Siwêdayê şermezar kir û ragihand ku ew bûyeran ji nêz ve dişopînin û soz da ku dê berpirsiyar werin cezakirin.

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê di navbera Durzî û eşîra Bedewî ya Ereban û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de şerekî dijwar tê meşandin.

Eşîra Bedewî ya Ereban û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê simbêlên ku ji bo Durziyan kur dikin û bêrêziyê li wan dikin.

Hikûmeta Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi baldariyeke mezin “binpêkirinên cihê mixabiniyê yên ku di demên dawî de li hin deverên parêzgeha Suweydayê qewimîne” dişopînin.

Serokkomariya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Em di Hikûmeta Sûriyeyê de van kiryarên kirêt bi tundî şermezar dikin.”

Serokkomariya Sûriyeyê her wiha tekezî li ser pêbendbûna xwe ya ji bo lêkolîna hemû bûyeran kir û soz da ku kesên ku sûcên wan werin îspatkirin dê werin cezakirin.

Li Siwêdayê çi diqewime?

Li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê ev çend roj in di navbera Durziyan û eşîra Bedewî ya Ereban de şer û pevçûn derketine.

Artêşa Sûriyeyê jî piştî aloziyan ketibû nav bajêr.

Îsraîlê hişyarî dabû artêşa Sûriyeyê ku ji Siwêdayê vekişe û ji ber vê yekê çend caran êrişên asmanî li dijî hêzên artêşa Sûriyeyê pêk anîbû.

Herî dawî balafirên şer ên Îsraîlê avahiya Sererkaniya Sûriyeyê ya li Şamê û avahiya Koşka Serokkomariya Sûriyeyê bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst