Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrezorê yê li rojhilatê Sûriyeyê di êrişeke bombeyî de otobuseke serwîsê ya artêşa Sûriyeyê hat armanckirin û di encamê de herî kêm 5 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku otobusa serwîsê ya ku personelên yekîneya parastina tesîsên petrolê yên girêdayî Wezareta Enerjiyê vediguhast, di dema ku li ser rêya Dêrezor-Meyadînê diçû, bi bombeyeke destçêkirî hat armanckirin.
Di teqînê de 4 endamên parastina tesîsên petrolê li cihê bûyerê mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Lê belê çavkaniyên herêmî û Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara miriyan derketiye 5an û rewşa hinek birîndaran giran e.
Li gorî agahiyên ku SOHRê parve kirine, êriş li nêzîkî gundê Salûyê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê li otobuseke personelên leşkerî yên girêdayî Wezareta Parastinê hatiye kirin.
Piştî teqînê hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi operasyonê kir û gelek ambulans ji bo veguhestina birîndaran ji bo nexweşxaneyan hatin şandin.
Daxuyaniya Wezareta Enerjiyê
Wezaretê diyar kir ku ev êriş dê nikaribe pêşî li “biryardariya personelên sektora petrolê ya ji bo domandina karên xwe yên bi hesta berpirsyariya niştimanî” bigire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrişên bi vî rengî hewldanên bêhêvî ne ku ji bo têkbirina hewlên jinûveavakirin û sererastkirina binesaziya sektora enerjiyê tên kirin.”
Wezîrê Enerjiyê Mihemed el-Beşîr hefteya borî li zeviya petrolê ya El-Teymê û tesîsên enerjiyê yên derdorê lêkolîn kiribû û ragihandibû ku ji bo sererastkirina binesaziya petrol û elektrîkê ya Dêrezorê planeke berfireh di meriyetê de ye.
Heta niha ti aliyî êriş li xwe negirtiye lê di demên dawî de zêdebûna êrişên şaneyên DAIŞê yên li herêmê balê dikişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse