Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Himsê yê naverasta Sûriyeyê di êrişeke bi çekan de 5 kes hatin kuştin.
Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê Îxbariyeyê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku li gundê Um Hareteynê yê Himsê kesek bi çekê ketiye qehwexaneyekê û bi awayekî bêserûber gule reşandine.
Li gorî heman çavkaniyê, di bûyerê de 2 kes mirine.
Piştî êrişê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çûn cihê bûyerê û ji bo girtina êrişkar xebat hatin destpêkirin.
Li aliyê din, ANHAyê ragihand ku di encama êrişê de 5 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine kuştin Elî Hiwerî, Kemal Elwan, Ramî Bedran, ciwanekî bi navê Salih û muxtarê gundê Wadî El Mewlayê Ebû Xezal in.
Her wiha hat gotin ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse