Yekîtiya Ewropayê dê 235 milyon euro alîkarî bide Sûriyeyê

17-01-2025
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Ehmed Şer Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Hadja Lahbîb li Şamê bi Serokê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê jî alîkariya 235 milyon euroyî ragihand.

Serokê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê bi Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya Amadekarî, Birêvebiriya Krîzan û Wekheviyê ya Hadja Lahbîbê re hevdîtinek kir.

Endama Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Hadja Lahbîbê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Min li Şamê li gel Serokê Sûriyeyê Şer civîneke berfireh û samîmî li ser rewşa jeopolîtîka Sûriye û herêmê pêk anî.

Em li vir in da ku hewcedariyên gel bibînin û piştgiriya xwe bidomînin.

YE alîkariyeke nû ya mirovî ya 235 milyon euroyî dabîn dike.”

Lahbîbê da zanîn ku peyameke zelal a li Sûriyeyê heye û anî ziman:

“Paşeroja Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e. Divê birêvebirina welêt hemû aliyan li xwe bigire.

Ez dê peyamên xweş ên ji rayedaran ji wezîrên YEyê re bibêjim.”

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê jî parvekirina Lahbîb parve kir û got:

“Sûriye di rêyeke krîtîk de ye û dema hêviyê ya ji bo paşerojeke çêtir e.

Em dê bi paketa alîkariya krîzê ya 235 milyon euroyî alîkariya mirovî ya pêwîst bigihînin gelê Sûriyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst