Geir Pederson: Beşdarî civîna Komîteya Destûrê bibin

17-03-2024
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen Sûriye Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen ji hikûmeta Şamê xwest ku beşdarî civîna Komîteya Destûra Bingehîn bibe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen ji bo çalakkirina karên Komîteya Destûra Bingehîn çû Şamê.

Geir Pedersen îro li Şamê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel El Miqdad civiya.

Pedersen amaje bi wê yekê kir, ji ber ku lihevkirin di navbera hikûmeta Şamê û mixalefeta Sûriyeyê de nîne ew dixwazin civîna komîteyê li Cenevreyê bibe.

Pedersen herwiha ji bo pêşxistina karên Komîteya Destûra Bingehîn ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku beşdarî civînên komîteyê bibe.

Rûsya û hikûmeta Şamê ji ber ku Swîsreyê wekî cihekî bêalî nabînin, hikumeta Şamê qebûl nekiribû civîn li Cenevreyê bê lidarxistin.

Heta niha ne diyar e dê civîn li kû derê were çêkirin, yek ji bajarên behsa wî tê kirin Bexda ye.

Di heman demê de Pedersen bangî aliyên navneteweyî jî kir ku piştgiriyê bidin hewldanên Neteweyên Yekbûyê yên ji bo karên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst