Xelkê Himsê xwest Îsraîl ji axa Sûriyeyê vekişe

19-01-2025
RÛDAW
Nîşteciheke parêzgeha Quneytirê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşteciheke parêzgeha Quneytirê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Artêşa Îsraîlê Golan Sûriye Hims
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê xwepêşandanek li dijî Îsraîlê hat kirin û xwepêşanderan xwest ku hêzên Îsraîlê ji nav axa Sûriyeyê vekişin.

Artêşa Îsraîlê beşeke mezin a parêzgeha Quneytirê kontrol kiriye.

Çend gundên parêzgeha Quneytirê bi bilindahiyên Golanê re hevsinor in ku niha beşeke zêde di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye.

Li bajarê Himsê li dijî hêzên Îsraîlê, xwepêşandek hat lidarxistin û xwepêşanderan ji birêveberiya siyasî ya nû ya Sûriyeyê xwest ku Îsraîlê bombebaran bike.

“Tankên Îsraîlî hatin û avahiyên parêzgehê dagir kirin”

Nîşteciha parêzgeha Quneytirê Rinata Festasê got:

“Dema rejîm 8ê Kanûna Pêşîn hilweşiya, tankên Îsraîlê hatin û avahiyên parêzgehê dagir kirin.

Ew çend caran derbasî bajarokê Xan Ernebê û saziyên hikûmetê yên bajarê Medînet Selamê bûn."

Artêşa Îsraîlê dibêje sedema derbasbûna sînor parastina ewlehiya welatê wan e.

Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Qusey Dehak jî got:

“Sûriye ji Konseya Ewlehiyê dixwaze ku yekser Îsraîla dagirker neçar bike, bê merc ji wan herêmên Sûriyeyê ku vê dawiyê ketiye nav, vekişe û rêzê li rêkeftina rawestandina şerê 1974an bigire."

Îsraîlê sala 1967an di şerekî şeş rojî de bilindahiyên Golanê kontrol kirin.

Sala 1974ê hêleke bêçek di navbera Golan û Sûriyeyê de hat avakirin ku 80 kîlometreyî dirêj e û hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî li wê derê ne.

Herêma di navbera Sûriye û Golanê de ji aliyê hêzeke Neteweyên Yekbûyî ve tê parastin ku wekî UNDOFê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst