Bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê hat kirin: 2 dron hatin xistin

19-10-2023
Nîşan Amerîka Hevpeymaniya Navdewletî Baregeha Leşkerî Dron Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronan êrişî hêzên Amerîkayê yên li baregeha Tinefê ya başûrrojhilatê Sûriyeyê hat kirin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku êriş şeva borî, piştî nîvê şevê pêk hatiye.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, milîsên ser bi Îranê ve, bi dronan êrişî baregeha Tinefê ya Hevpeymaniya Navdewletî kiriye.

Rewangehê destnîşan kir ku milîsên ser bi Îranê ve bi 3 dronan êrişî encam daye.

“Dronekê baregeh bombebaran kiriye”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 2 dron xistine lê dronekê baregeha Tinefê bombebaran kiriye.

Hat diyarkirinin ku di encamê de li baregehê xisara madî çêbûye.

Li aliyê din, li ser ziyanên canî ti agahî nehatine dayîn û baregeh di “rewşa amadebaşiyê” de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst