Îbrahîm Kalin û Ehmed Şer civiyan: Di rojevê de HSD û kampên DAIŞê hene

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan MÎT Îbrahîm Kalin Ehmed Şer HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Serokkomarê Sûriyeyê Ahmet Şer li ser rojevên YPG, ewlehiya sînoran û deriyên gumrikê û girtîgeh û kampên endamên DAÎŞê yên li Rojavayê Kurdistanê civiyan.

Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Sûriyeyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şar, Wezîrê Karên Derve Eshed Hesen Şeybanî û Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Sûriyeyê Huseyîn Es-Selame re civiya.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê AA, di civînê de ku pêwendiyên du alî yên Tirkiye û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî li ser "girîngiya yekîtiya axa Sûriyeyê, serwerî û aramiya siyasî" ya Sûriyeyê hat kirin û hat ragihandin ku Tirkiye, dê her dem li kêleka Sûriyeyê be.

Di hevdîtinê de mijarên wekî "tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk di Sûriyeya nû de", ewlehiya sînor û deriyên gumrikê, her wiha radestkirina girtîgeh û kampên ku endamên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

Her wiha hat ragihandin ku Tirkiye amade ye her cure piştgiriyê hewce bide birêvebiriya Şamê.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtinê de bipêşketinên herêmê operasyon hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û rakirina hemû dorpêçên li ser Sûriyeyê hatin nirxandin,

Li aliyê din têkoşîna li dijî DAIŞê û vegera koçberên Sûriyeyî ya bi dilxwazî û awayekê ewle jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst