Drama koçberên ji Siwêdayê didome: Niha li kolanên Şamê radizin

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Koçber Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan malbatên koçber ên ji parêzgeha Siwêdayê neçar man stargehên xwe yên demkî biterikînin û niha li derdora Şamê di rewşeke mirovî ya dijwar de ne.

Jin, zarok û kal û pîr li kolanan mane û dibêjin ku sozên peydakirina cihên niştecihbûnê ji wan re hatine dayîn lê nehatine bicihanîn.

"Em hatin Şamê da ku cîhekî ji me re peyda bikin"

Hinek malbat piştî şer û pevçûnên li herêmên xwe neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin û li dibistanên nêzîkî parêzgeha Derayê bi cih bibûn.

Lê niha ew ji wan dibistanan jî hatine derxistin.

Koçberê Siwêdayê Qasim Îbrahîm got, “Em ji Siwêdayê koçber bûn û nêzîkî mehek û nîvê di wan dibistanan de man .

Piştre ji me hat xwestin ku em cihê xwe biterikînin, ji ber vê yekê em hatin Şamê.

Em ji birêz serok û rayedarên Sûriyeyê dixwazin ji bo me cîhê niştecihbûnê peyda bikin."

Malbat dibêjin bêyî ku ji wan re cîhekî were peydakirin, ji wan re hatiye gotin ku dibistanan vala bikin.

Hinek ji wan heta demekê li herêma Herceleyê ya Şamê hatine bicihkirin lê ji ber ku xanî ne guncaw bûn, li wir jî nemane.

"Soz hat dayîn lê kes bi wan ve nehat"

Koçberê Siwêdayê Elî Ebû Selûs jî got, “Ne dewleta Sûriyeyê ne jî rêxistinan ti cîhên niştecihbûnê yê alternatîf ji bo koçberên Siwêdayê peyda nekirine.

Hinek malbatên ji eşîrên Siwêdayê îro piştî du rojan gihiştin. Soza peydakirina cîhê niştecihbûnê ji wan re hatibû dayîn lê kesek bi wan ve nehat.”

Plana hikûmetê red dikin

Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Urdin û Amerîkayê nexşerêyek ji bo aramkirina rewşa Siwêdayê ragihandiye lê malbatên koçber plan red kir.

Wan wekî protesto rêya sereke ya Şam-Siwêdayê girt û mafê vegera gundên xwe xwest.

Şer û pevçûnên tîrmehê yên îsal yên di navbera çekdarên Durzî û eşîrên Ereb de bûbûn sedema koçberbûna nêzîkî 200 hezar kesan û heta niha jî hinek ji wan venegeriyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst