Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiya telefonî ya bi Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer re de piştgirî da li peymana "agirbesta daîmî" û tekez kir ku welatê wî pabendî parastina mafên gelê Kurd e.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re axivî.
Koşka Elyseeyê ya Serokkomariya Fransayê li pêwendiya telefonî ya sê alî daxuyaniyek belav kir.
Koşka Elyseeyê ragihand ku ev pêwendî "di çarçoveya berdewamiya hewldanên navbeynkariyê yên Parîsê de ye ku di hefteyên borî de ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê dabûn destpêkirin."
Piştgiriya HSD û mafê Kurdan
Li gorî daxuyaniya Serkomariya Fransaya, Macron piştgirî daye peymana agirbestê ya di navbera desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û wî xwestiye ku hemû xalên peymanê bê kêmasî bên bicihanîn.
Koşka Elyseeyê ragihand ku Macron ji bo piştgirîkirina HSD û gelê Kurd tekezî li ser "pabendiya temam" a Fransaya kiriye û gotiye:
"Sûriyeyeke aştiyane divê rêzê li hemû pêkhateyên xwe bigire, bi taybetî pêkhateya Kurd."
Serokkomarê Fransaya di beşeke din a pêwendiyê de, amaje bi wê yekê kiriye ku welatê wî û hevbeşên wî dê şerê li dijî DAIŞê de berdewam bikinn, bi awayekî ku asayîşa Sûriye, herêm, Ewropa û Amerîkayê were parastin.
Macron gotiye, "Berjewendiyên me yên ewlehiyê û yên herêmê ji hev nayên qutkirin û têkbirina terorê xala serekî ye."
Ber bi avakirin û dadmendiyê ve
Serokkomariya Fransaya her wiha diyar kir, Macron dubare kiriye ku Fransa li gel hevbeşên xwe, dê berdewam be li ser piştgiriya gelê Sûriyeyê ji bo gihîştina bi aramî, dadmendî û proseya jinûveavakirinê.
Macron her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku Fransa dixwaze Sûriye bibe welatekî aram ku tê de hemû pêkhate di birêvebirin û rûbirûbûna terorê de beşdar bin.
Ev pêwendiya telefonî di demekê de ye ku HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser nexşerêyeke ji bo tevlîkirina saziyan û agirbesteke giştî li hev kiriye û Fransa jî wekî yek ji navbeynkarên sereke rol dilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse