Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê ragihand ku eger pêwîst bû ew amade ne li dijî HSDyê hêzê bi kar bînin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre li ser rojevê û pêşhatên dawî pirsên rojnamegeran bersivandin.
Ajansa AFPyê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre daye zanîn:
“Deriyê dan û standinê bi HSDyê re niha vekirî ye, heger bikaranîna hêzê jî pêwîst bû em amade ne.”
Murhif Ebû Qesre tekezî li ser helwesta birêvebiriya nû ya Sûriyeyê kir ku divê hemû komên çekdar ên li Sûriyeyê bên belavkirin û di bin banê artêşeke yekgirtî de bên komkirin.
Murhif Ebû Qesre destnîşan kir ku “ji bo vegerandina desthilatê ya li herêmên di bin kontrola HSDyê de” dan û standin tên kirin.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre ji AFPyê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 22, 2025
🎙️ ❝Deriyê dan û standinê bi HSDyê re niha vekirî ye, heger bikaranîna hêzê jî pêwîst bû em amade ne❞#Rojava #HSD pic.twitter.com/8B9e2LiY3f
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse