Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Amerîkayê ConocoPhillipsê ji Rûdawê re piştrast kir ku wan û Kompanyaya Novatera Energyê bi hikûmeta Sûriyeyê re lihevkirineke "nepêbendker" îmze kiriye.
ConocoPhillipsê ragihand, armanca vê lihevkirinê nirxandina agahiyên berdest ên li ser çend blokên diyarkirî yên petrol û gazê ye û armanc ew e ku qadên gazê yên heyî bên bipêşxistin û li qadên nû gaza xwezayî bigerin.
Birêvebirê Pêywendiyên Ragihandin û Krîzan ê ConocoPhillipsê Dennis Nuss, bersiva Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Beşdar Muzefer da.
Dennis Nuss tekez kir ku heta niha ti biryarên veberhênanê nehatine dayîn û her biryareke bi vî rengî ya di paşerojê de pêwîstî bi nirxandineke hûrgilî ya teknîkî û aborî heye.
Dennis Nuss piştrast kir û got:
"Çalakiyên bipêşxistina karê kompanyaya me li gorî hemû yasa û rênimayên heyî bi rê ve diçin."
Ev gav di demekê de ye ku Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê hefteya borî ragihandibû, Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê bi şirketên ConocoPhillips û Novaterayê re ji bo berfirehkirina hevahengiyê ya di sektora gaza xwezayî de lihevkirinek îmze kiriye.
Ji ber wêranbûna binesaziya enerjiyê ya di şerê navxweyî yê 14 salan de, hilberîna gaza xwezayî ya navxweyî ya Sûriyeyê ji 8,7 milyar metre sêca ya sala 2011ê daketiye 3 milyar metre sêcayî ya sala 2023yan.
Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Qebelawî da zanîn, lihevkirina nû wê hêviyê çêdike ku hilberîna gazê di salekê de rojane 4 heta 5 milyon metre sêca zêde bibe.
Ev jî gavek e ji bo bihêzkirina ewlehiya enerjiyê û bicihanîna soza hikûmetê ya ji bo başkirina dabînkirina karebayê.
ConocoPhillips şirketeke mezin a Amerîkayê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê ye û li ser dîtin û hilberîna petrol û gazê dixebite.
Novatera jî şirketeke xizmetguzariya pîşesaziyê ye û di warên endezyariya petrol û gazê û bazirganiya enerjiyê de dixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse