Hewlêr (Rûdaw) - Çend endamên Kongreya Amerîkayê peyameke tund ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re şand û xwest ku demildest êrişên hêzên xwe yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestînin.
Şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê li rojhilatê Helebê, çoltera Reqa û Tebqayê didomin.
Endamên Kongreyê hişyarî da Şamê ku eger êriş ranewestin, dibe ku ew cezayên Yasaya Qeyserê ducare bi ser Sûriyeyê de bisepînin.
Kongreya Amerîkayê dawiya sala 2025an cezayên Yasaya Qeyser wekî nîşaneya piştgiriya qonaxa veguhêz a Sûriyeyê rakiribû lê endamên Kongreyê tekez kir ku ev gav bi şertê parastina hemû Sûriyeyiyan û pêbendbûna bi rêkeftinên berê ve girêdayî ye.
McCaul: Rakirina cezayan nayê wateya bêxemiyê
Endamê Kongreyê û Serokê berê yê Komîteya Kar û Barên Derve ya Meclisa Nûneran Michael McCaul diyar kir ku nûçeyên êrişên hovane yên li kêmîneyên olî û neteweyî yên wekî Xiristiyan, Durzî û Kurdan hene û got:
"Ez bangî hikûmeta Sûriyeyê dikim ku ji bo rawestandina demildest a tundiyê zêdetir bixebite.
Rakirina cezayên Yasaya Qeyserê ya ji aliyê Kongreyê ve nabe bi awayekî şaş wekî bêxemiya li hemberî kiryarên hikûmetê were şîrovekirin."
McCaul di posteke din de got:
"Ez ji wan nûçeyan gelekî dilgiran im ku dibêjin hêzên çekdar li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Helebê bi pêş ve diçin."
McCaul her wiha bi bîr anî ku şertekî rakirina cezayan, parastina pêkhateyan û pêbendbûna bi Peymana 10ê Adarê ya yekgirtina bi HSDyê re bû.
Endamê Kongreyê daxwaza kêmkirina "demildest" a aloziyan kir û hişyarî da ku "Kongre û Amerîka bi hûrgilî dişopînin."
Stutzman: Ceza dikarin werin vegerandin!
Endamê Kongreyê Marlin Stutzman jî peyama McCaul parve kir û tekez kir ku berpirsyariya tundiyê di stûyê hikûmeta Şamê de ye û got:
"Divê ew hemû Sûriyeyiyan ji êrişan biparêzin, ola wan çi dibe bila bibe."
Stutzman her wiha destnîşan kir ku ev rewş dê diyar bike bê ka Amerîka dê di paşerojê de çawa miameleyê bi dîplomasiya Sûriyeyê re bike û got:
"Eger pêdiviya Şer bi alîkariyê hebe ji bo rawestandina tundiyê, divê daxwaza alîkariyê bike!
Ceza dikarin werin vegerandin!"
Komîteya Kar û Barên Derve: Divê Şer şerê Kurdan neke
Komîteya Kar û Barên Derve ya Meclisa Nûneran jî helwesta xwe nîşan da û ragihand:
"Gelê Kurd demeke dirêj e ji bo paşerojeke baştir a Sûriyeyê şer kiriye û hevpeymanekî me yê berdewam e.
Dem hatiye ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer şopa wan bişopîne û kar ji bo paşeroja welatê xwe bike, ne ku bi gelê Kurd re şer bike."
Nadine Maenzaya ku Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya Azadiyên Olî yên Navneteweyî ye, bal kişand ser êrişên berdewam û daxwaza rawestandina bipêşveçûna ber bi Tebqa û Reqayê ve kir.
Maenzayê tekezî li ser pêwîstiya diyalogê kir ji bo parastina wan civakên pirreng ên ku piştî têkçûna DAIŞê hatine avakirin.
Her çi qasî hikûmeta veguhêz soza parastina pêkhateyan dabe jî, wekî biryareke vê dawiyê ku mafên Kurdan piştrast dike lê şer û pevçûn berdewam dikin ku metirsiya şerê berfireh an hedefgirtina neteweyî zêde kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse