Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku wan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.
Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina ku doh (17ê Kanûna Paşîn a 2026an) pêk hat daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nêzîkî 2 demjimêr û nîvan ajotiye.
Li gorî daxuyaniyê, Ocalan diyar kiriye ku ew pêbendî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e û "Perspektîfa 27ê Sibatê" hîn jî derbasdar e.
Ocalan careke din tekezî li ser girîngiya avêtina gavên pêwîst û bipêşvebirina pêvajoyê kiriye.
Rojeva sereke Sûriye bû
Heyetê eşkere kir ku rojeva sereke ya hevdîtinê pêşhatên li Sûriyeyê bûne.
Hat ragihandin ku Ocalan ji ber şer û zêdebûna aloziyan "gelekî bi fikar e" û vê rewşê wekî hewldana têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinirxîne.
Ocalan bi israr tekez kiriye ku hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi "diyalog, dan û standin û aqilê hevpar" dikarin bên çareserkirin û divê bên çareserkirin.
"Ez amade me berpirsyariyê bigirim ser xwe"
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de amadebûna xwe ya ji bo çareseriyê nîşan daye û gotiye:
"Ez amade me ku berpirsyariya dikeve ser milê min bi cih bînim ku ev pirsgirêk bi axaftinê ji zemîna şer were derxistin."
Ocalan bangî hemû aktor û aliyan kiriye ku rola xwe ya erênî bilîzin û bi baldarî û berpirsyarî tevbigerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse