Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî bilind ê hikûmeta Sûriyeyê ji Ajansa Reutersê re ragihand ku serkeftina dan û standinên li ser veguhastina şervanan a ji Girtîgeha Eqtanê, hêviya wê yekê çêkiriye ku ji roja şemiyê ve rewş li gel Şamê ber bi çareseriyê ve biçe.
Roja şemiyê rojeke girîng e, ji ber ku ew dema çar rojan a ku Şamê dabû Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ku planekê ji bo tevlîbûna şervanan a nav artêşa Sûriyeyê pêşkêş bike bi dawî dibe.
Berpirsê Sûriyeyî yê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin ji Reutersê re got, piştî ku şervan bi silametî û bi rêkeftin ji Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê veguhastin Kobaniyê, hêviyek çêbûye ku "dema ku roja şemiyê diqede ber bi çareseriya siyasî ve biçe, ne destpêkirina şer û pevçûnan."
“HSDyê hîn navê namzedê xwe nedaye”
Berpirs her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku "Hikûmetê heta niha derbarê hûrgiliyên plana tevlîkirina hêzan a nav saziyên dewletê ti bersiva fermî ji HSDyê wernegirtiye."
Wî destnîşan kir, "HSDyê heta niha navê namzedê xwe yê ji bo wergirtina posta Alîkarê Wezîrê Parastinê pêşkêş nekiriye," ku dê wekî beşeke ji rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn bihata diyarkirin.
“Gotûbêjên dirêjkirina agirbestê nînin”
Berpirsê bilind ê Sûriyeyê derbarê dema agirbesta lerzok a di navbera wan de got:
"Heta niha ti gotûbêj ji bo dirêjkirina dema çar rojan li dar nîne ku dê şemiyê (24.01.2026) bi dawî bibe."
Ev daxuyanî di demekê de ne ku îro wekî pêngava yekem a bicihanîna rêkeftinan, artêşa Sûriyeyê Girtîgeha Eqtanê li Reqayê wergirt û polîsên Şamê ji bo vekişîna ber bi bajarê Kobaniyê ve çavdêrî ji şervanên HSDyê re kir.
Li aliyê din, HSD û Şam di bin zexta navneteweyî de ne da ku beriya bidawîhatina demê, bigihîjin rêkeftineke dawî û rê li ber şerê li Hisîça (Hesekê) û Kobaniyê were girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse