Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku Tirkiye dê xizmeta înternetê bide Sûriyeyê.
Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu doh çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Abdulkadîr Uraloglu li Balafirgeha Şamê ji aliyê hevpîşeyê xwe yê Sûriyeyê Yarub Silêman Bedir ve hat pêşwazîkirin.
Uraloglu di axaftina xwe ya li Şamê de got, “Pêwendiyên her du welatan dê sûdê bigihînin aştiya herêmê.
Em dê di serdana du rojan de li ser bipêşxistina veguhastina asmanî, bejahî, rêyên hesînî û deryayî û sektora ragihandinê hevdîtinan bikin.”
Bi gotina Uraloglu, niha li ser dayîna înternetê hevdîtin didomin û Tirkiye dê xizmeta înternetê bide Sûriyeyê.
Uraloglu her wiha ragihand ku balafir ji Tirkiyeyê bi awayekî tijî difirin Sûriyeyê û piştî bicihanîna hinek şertan dê Kompanyaya Asmanî ya Şamê jî ji Sûriyeyê dest bi geştên ber bi Tirkiyeyê ve bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse