Hewlêr (Rûdaw) - Koma çekdar a Seraya Ensar û Suneyê êrişa li Dêra Mar Elyasê ya li taxa Diwêlayê ya Şamê li xwe girt.
Li Şama paytexta Sûriyayê doh li Dêra Mar Elyasê ya li taxa Diwêlayê êrişeke xwekujî di dema nimêjê de pêk hat.
Li gorî şahidên bûyerê, êrişkar bi çekên kalaşnîkovan ketine nav dêrê, gule reşandine û pişt re yekî ji wan xwe di nav xelkê de teqandiye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê da zanîn ku di êrişê de 25 kes hatine kuştin û 63 kes jî birîndar bûne.
Koma çekdar a Seraya Ensar û Suneyê li ser hesabê xwe yê Telegramê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan “li Dêra Mar Elyasê ya li taxa Diwêlayê ya Şamê xwe teqandiye”.
Seraya Ensar û Sune komeke çekdar e û xwe wekî piştgirê Suneyan dide nasîn.
Koma çekdar diyar kir ku ew li Sûriye û Libnanê çalak in.
Seraya Ensar û Sune bi beşdariya êrişên meha gulanê yên li Elewiyan a li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê yên Sûriyeyê tê tohmetbarkirin.
Li gorî çavkaniyên navxwe yên Sûriyeyê di wan êrişan de hezar û 700 kes hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse