Netewên Yekbûyî: Zêdebûna tundûtîjiyê li Sûriyê vegera koçberan zehmet kiriye

24-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Taybet a Netewên Yekbûyî bo lêkolînê li ser rewşa Sûriyê di raporta xwe ya dawî de dibêje, di havîna îsal de tundûtîjî û şer li çend navçeyên Sûriyê serî hildane,vê yekê jî wiha kiriye ku koçber nikaribin bi selametî vegerin navçeyên xwe.

Karin Ebû Zêd, Komîsyara Komîteya NY bo Sûriyê roja Pêncşemê 23î Îlonê di rêya peyameke vîdyoyî ya tomarkirî re, di 46mîn civîna Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a NY de raporta xwe pêşkêş kir.

Komîsyara Komîteya NY bo Sûriyê diyar kir, di wan çend mehên dawî de, şer û pevçûn li navçeyên cuda cuda yên Sûriyê zêde bûne, tevî ku li hinek ji wan navçeyan agirbest jî hebûye.

Karin Ebû Zêd ragihand: “Hêwirbûna demkî ya arîşeyan li bakurê rojavayê Sûriyê, ku ji ber agirbesta Adara 2020an di navbera Rûsyay û Tirkiyê de çêbibû, niha ber bi nemanê ve diçe, ev jî ji ber bordûmana asmanî û topbaranê ye. Saziyên tendirustî, bazar û cihên akincîbûna xelkê sivîl êrîşên asmanî û bijayî li ser wan çêbûne, hinek caran bûne sedema kuştina hejmareke zêde ya xelkê sivîl. Di heman demê de, başûrê welat hinek şer bixwe dîtiye, ku ji agirbesta 2018an ve wiha nebûye.”

Li gor amarên Netewên Yekbûyî, di hezîrana 2021ê de, û ji ber zêdebûna arîşeyan li bakurê rojavayê Sûriyê û sînorê Serêkaniyê, 86 sivîl hatine kuştin, û 205 sivîlên din jî birîndar bûne. Ev di demekê de ye, ji her 10 kesan li wê navçeyê 9 kes herjarin û jiyaneke zehmet dibînin.

Raport behsa wê yekê dike, ku çekdarên opozisyona Sûriyê yên Tirkiyê piştîvaniya wan dike, “li Efrînê binpêkariyên mezin beramberî Kurdan kirine.”

Karin Ebû Zêd derbarê Efrîn û Serê Kaniyê de got: “Artêşa Sûriyeya Azad li vê navçeyê bi awayekî neyasayî derbarê bê beşkirina xelkê sivîl ji azadiyan bi taybetî kesên bi regez Kurd berdewam bûye. Hejmareke dosyeyên dekomentkirî yên êşkencedana wan hatine tomarkirin, di nav wan de jî bikaranîna tundûtîjiya sêksî di dema girtina wan de.”

Komîteya Netewên Yekbûyî bo lêkolîna li ser rewşa Sûriyê behsa wê yekê dike, ku rewşa ewlekariya navçeyên li jêr desthilata HSDê jî ji ber 3 sedeman têk çûye.

Komîsyara Komîteya NY bo Sûriyê, Karin Ebû Zêd di berdewamiya raporta xwe de destnîşan kiriye: “Rewşa ewlehiyê li çend navçeyên jêr kontrola HSDê jî têk çûye, ev jî ji ber zêdebûna êrîşên paşmayên DAIŞê, milmilaneya ligel hêzên Tirkiyê û zêdebûna nerazîbûn û xswepêşandanên akinciyan, bi taybetî jî li navçeyên Erebnişîn.”

Li gor Komîteya Netewên Yekbûyî bo lêkolînê li ser rewşa Sûriyê, Desteya Tehrîr Şam li navçeyên jêr desthilata xwe de li bakurê rojavayê Sûriyê, di serkutkirin û girtina çalakvan û rojnamevanan ded berdewam bûye, herwiha dibêje jî, xelkê Heleb û Efrînê ji ber otombîlên bombekirî û topbaranê di tirsê de dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst