Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişeke bi droneke bombebarkirî de zarokekî canê xwe ji dest daye.
Êriş li ser gundekî rojavayê herêma Dêr Hafirê ya parêzgeha Helebê pêk hat.
HSDyê komên ser bi "hikûmeta veguhêz a Şamê" ve bi encamdana êrişê tohmetbar kirin.
Li gorî daxuyaniya HSDyê êriş demjimêr 16:00an li gundê Dureyê hatiye kirin.
HSDyê diyar kir ku di êrişê de zarokekî canê xwe ji dest daye û yekî din ê 15 salî yê bi navê Nasir Xelef jî birîndar bûye.
Ev êrişa herî dawî ye di êrişên bi dronan de ku li ser herêmên di bin desthilata HSDyê yên li rojhilatê Helebê tên kirin.
Di hefteyên borî de bûyerên mîna vê hatine tomarkirin.
Di nav wan de bombebarana gund û pêgehên derdora Deriyê Stratejîk ê Dêr Hafirê heye ku parêzgehên Heleb û Reqayê bi hev ve girê dide.
HSDyê çend caran komên hikûmeta Sûriyeyê bi binpêkirina Peymana 10ê Adarê tohmetbar kiriye.
Destpêka vê hefteyê alozî bi awayekî berbiçav zêde bûn.
Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên ku piranî Kurd in û di bin kontrola Asayîşa Rêveberiya Xweser de ne, jineke sivîl di êrişa hêzên hikûmeta Sûriyeyê de canê xwe ji dest dabû.
Ew jin bi êrişa top û tankan canê xwe ji dest dabû û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Her çi qas her du aliyan hev tohmetbar kiribe jî dawiyê li ser aramkirina rewşê li hev kiribû.
Heta niha desthilatdarên Şamê ti daxuyanî li ser êrişa bi dronê nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse