Hewlêr (Rûdaw) - Husên Şer, bavê Ehmed Şer (Colanî) yê ku li gorî metnê serokkomarê niha yê Sûriyeyê ye, 20ê vê mehê bi navê "Li Sûriyeyê ti zemîna Pirsgirêka Kurdan nîne" di kovara Siûdî ya El Majalayê de gotarek belav kir.
Şer di gotara xwe de gotiye, "Tiştê ku jê re 'Pirsgirêka Kurdan' tê gotin li Sûriyeyê ne hebûye û ne jî dê hebe; ew tiştekî xerîb e û di rastiyê de nîne.
Kurdên Sûriyeyê girêdayî dewleta Sûriyeyê ne. Eşîrên Kurd hene lê 'Urûbî' ne, çimkî Erebîtî wate û maneya wê heye; ew bîr û çand e, ne nijadperestî ye."
Li gorî bername û şiroveya Partiya Beasê ya Ereban a Sosyalîst, her kesê ku li ser axa Ereban bijî Ereb e, her çend zimanê wî ne Erebî be jî.
Li gorî nexşeya neteweperestên Ereb û Beasiyan, nîştimanê Ereban tevahiya axa Îraq û Sûriyeyê jî li xwe digire ku ji çiyayên Zagrosê dest pê dike heta Rojavayê Erebistanê (Mexribê) didome.
Deqa gotara Husên Şer wisa ye:
Li Sûriyeyê ti zemîna Pirsgirêka Kurdan nîne
Sûriyeya ku cewherê welatê Şamê ye, piştî şerê Merc Dabiqê yê li bakurê Helebê yê sala 1516an û serkeftina artêşa Osmanî ya bi ser Memlûkan de bû beşek ji dewleta Osmanî. Beriya wê jî Memlûkan desthilatdarî li ser welatê Şam û Misirê hebû; dirûşma wan ji Fetha Îslamî û yekkirina welatên Misilman ên di herêma Ereban de pêk dihat. Vê yekê nêzîkî 400 salan dom kir, ji sala 1516an heta 1916an ku Şoreşa Mezin a Ereban bi handaneke eşkere ji aliyê Brîtanya û hêzên Rojavayî ve serî hilda. Ev piştî peymana sê konsolosan a ji bo dabeşkirina welatên Rojhilat ên Ereb, bi taybetî welatê Şam û Îraqê bû. Ev peyman bi "Sykes-Picot"ê ya sala 1916an hat naskirin; du siyasetmedarên Fransî û Brîtanî, li gel konsolê Rûsî di serdema hukmê Qeyserê Rûsyayê de ew îmze kirin lê piştî şoreşa 14ê Çiriya Pêşîna 1917an, şoreşgerên Rûsyayê ev peyman eşkere kirin û jê derketin.
Bandorên vê peymanê dom kirin ku ji wan Peymana Balfourê ya 2ê Çiriya Paşîna 1917an, paşê mandaya Brîtanî-Fransî ya li ser welatê Şamê ya sala 1920an, piştre dabeşkirina di navbera Brîtanya û Fransayê de û bicihkirina wê ya piştî rûxandina dewleta Ereban û derkirina Şah Feyselê kurê Husên û biawîkirina bi vê dewleta nû bûn ku desthilata wê li ser welatê Şamê bi her çar herêmên wê ve hebû.
Di serdema mandaya Fransayê ya li Sûriye û Libnanê û mandaya Brîtanyayê ya li Filistîn û Rojhilatê Urdunê de, serperştiya hukmê Îraqê û danîna Şah Feyselê kurê Husên wekî paşa di bin desthilata îdareya Brîtanyayê de û damezirandina Şehînşahiya Urdunê ya li rojhilatê rûbar ji aliyê Mîr Ebdulahê kurê Husên ve pêk hat.
Di serdema mandaya li ser Sûriyeyê de, şoreşên herêmî li tevahiya Sûriyeyê serî hildan. Yekemîn ji van şoreşan şoreşa rêberê niştimanî yê Sûriyeyê Îbrahîm Henano bû ku bi eslê xwe Kurd e lê wekî hevwelatiyekî Sûriyeyî û Ereb li dijî vê mandayê derket. Şoreşgerên wî Erebên herêma Kefer Texarîm û Çiyayê Zawiyeyê bûn, pişt re şoreşa wî gihîşt Heleb û derdora wê. Ev şoreşa wî şoreşeke berçav bû; wî negot ez Kurd im lê belê ji ber ku Sûriyeyî bû ev yek kir û rêberiya şoreşê kir û hevalên wî Ereb bûn û ew jî mezinê wan bû. Ev têkoşerê mezin ku hiqûqnas û ronakbîr bû, roleke girîng di şoreşa Sûriyeyê de ya li dijî mandaya Fransayê hebû. Hat dadgehkirin û hukmê îdamê ji bo wî derket. Baweriya wî wisa bû ku berxwedana li dijî dagirkeran ji bo parastina Sûriyeya niştiman û neteweya wê ya Ereb pêwîst e.
Gelo Pirsgirêka Kurdan heye?
Heger em bixwazin li ser Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê biaxivin, ev mijar hîç carî li Sûriyeyê nebûye. Kurdên Sûriyeyê li bajar û gundên Sûriyeyê hebûn, wekî hevwelatiyên xwedî çandeke Ereb û bi ol Misilman bûn. Ew qasî ku dîroka nêzîk û dûr ji me re dibêje, tûşî tu tundûtûjiya neteweyî nebûne. Dema ku em di kûrahiya dîrokê de diçin, em dibînin ew kesê ku bandor li ser dîroka me kiriye Selahedînê Eyûbî yê qehreman bû ku bi esl ji malbata Eyûbiyan e; ew malbat jî Kurdên Îraqê ne û li bajarê Tikrîtê mezin bûne. Ew bi xwe jî perwerdehiya destê malbata naskirî ya Zengiyan dîtine ku malbateke Kurd (an Tirk) in.
Nûredîn Zengî yekkerê axa Şam û axa Misirê ye, wekî rêberekî Urûbî yê Misilman derket û fermandarê wê qonaxê Selahedînê Eyûbî bû ku mîrnişînên Ereb ên nakok kirin yek. Dema ku ev erk bi cih anî, artêşeke Ereban a-Îslamî li welatê Şam, Îraq û Misirê pêk anî û êrişî Xaçperestên welatê Şamê kir. Di şerê Hetînê de li Filistînê di 4ê Tîrmeha 1187an de, bi ser Xaçperestan de serket û peymana aştiyê li gel wan îmze kir ku ev di dawiyê de bû sedema rizgarkirina welatê Şamê ji Xaçperestan.
Nexwe ev têkelbûna di navbera Ereb û Kurdan de resen û kûr e, nabe sedema banga jihevveqetînê. Wekî şerê Eyn Calûtê yê li Filistînê yê li dijî Moxolan di 3yê Îlona 1260î de bi serkêşiya Şah Seyfedîn Qutuz. Ev dîrokek e ku nayê jibîrkirin; tê de Ereb û yên din ji hev nayên cudakirin, çunkî ev rsteyeke merîfî, çandî û olî bû; ne cudahî tê de hebû ne jî bangeşe û rakirina hinek pirsan ku di naveroka bûyeran de tunebûn.
Dîrokeke hevbeş li Sûriyeyê
Sûriye ji aliyê dîrokî ve, xwedî dîrokeke hevbeş û gelên têkel û di nav hev de helandî ye. Di navbera hemû pêkhateyên mezin, biçûk û pir biçûk de, heger tu biçî welatê Şam û Îraqê, tu yê bibînî ku zêdetirî 15 şaristaniyan li ser vê axê jiyane û geş bûne. Di dawiyê de yekîtiyeke niştimanî ya binecî û bihêz ji bo me ava kirine.
Ew kesê ku bibêje tevahiya nîştimanê Sûriyeyê taybetmendiya etnîkî heye, dikeve şaşiyeke mezin. Çunkî hevsengiya çandî, fikrî û niştimanî têkelî hev in û tu nikarî vê ji ya din cuda bikî. Kurd, Aşûrî, Aram û Tirkmen gelê niştimanî û Sûriyeyî û Ereb in. Morka giştî û serdest taybetmendiya Urûbî ye ji aliyê hizir, çand û tevgerê ve. Ji ber wê li Sûriyeyê zanyarekî wekî Mihemed Kurd Elî serokatiya Komara Zimanzanî û Yekîtiya Bîra Ereban dikir; wî negot ev komereke Kurda ye lê digot Erebî ye û banga yekîtiya neteweya Ereb û Îslamê dikir.
Heger em hinekî werin pêş de, em dibînin Îbrahîm Henano Sûriyeyî û Urûbiyekî "24 eyar" bû. Urûbe ne taybetmendiyeke nijadî ye lê belê çand, bîr û ziman e. Girêdana bi Urûbeyê ve kiryar û çand e. Ev yek gelek malbat û eşîran digire nav xwe. Tevî ku hinek li pey rehên xwe geriyan ji ber stem û dabeşkirinê lê ew ji her kesî zêdetir ji bo dewleta Sûriyeyê û Urûbeyê dilsoz bûn.
Mînak, li Hemayê malbateke mezin bi navê "Berazî" heye; kesên xwedî pileya girîng di dîroka Sûriyeyê û rêbaza Urûbî de ji nav wan derketine. Husnî Zeîm ku bi eslê xwe Kurd e, Serokê Sûriyeyê bû. Piştî derketina Fransayê ya sala 1946an de, bû fermandarê artêşê û paşê darbeyek li dijî hikûmeta Şukrî Quwetlî kir û bû serokkomar. Serokwezîrê wî Muhsîn Berazî bû ji eşîra Berazî ya li Hemayê; wan negot em Kurd in, gotin em ji binçîne ve Sûriyeyî ne. Ew li welatekî Ereb de desthilatdar bûn ku destûra wê dibêje: "Komara Sûriyeyê welatekî Ereb e.” Ev pêşekî di hemû destûrên Sûriyeyê de ji sala 1920an ve heta niha heye.
Li Sûriyeyê Lîwa Tewfîq Nîzamedîn sererkanê artêşê bû, ew jî xelkê Cizîra Sûriyeyê û Kurd bû lê fermandarekî Ereb ê Sûriyeyî bû. Her weha Lîwa Efîf Bezre jî ku dibe ku bi eslê xwe Kurd be, roleke mezin hebû. Di hemû hikûmetên Sûriyeyê de, pirs li ser neteweya wezîran nehatiye kirin.
Kesayetiyên Kurdên Sûriyeyê
Wezîrê yekîtîxwaz Mihemed Elî Bozo bi eslê xwe Kurd e. Her weha werzişvanên wekî Lîwa Farûq Bozo û Ednan Bozo. Her weha malbatên navdar ên taxa Salihiyeya Şamê wekî Şemdîn Axa û Emer Axa. Ew serokên malbatên Şamî yên Kurd bûn. Dayîka van her du rêberan ji malbata me ne. Li Şamê Çiyayê Kurdan (Cebel El-Ekrad) piraniya malbatên bi eslê xwe Kurd dihewîne lê Urûbî ne; mîna Şêx Ehmed Keftaro (Muftiyê Sûriyeyê), Dr. Mihemed Remezan Botî ku bi eslê xwe ji Botanê ye lê rêbaza wî ya Îslamî Urûbî bû. Mihemed Eyûbî ku serokwezîr bû di serdema Hafiz Esed de, endamê serkirdayetiya Partiya Beasê bû; wî negot ez Kurd im. Rojnamevan Îrfan Nîzamedîn ku xelkê Qamişloyê bû, we qet bihîstiye bibêje ez Kurd im?
Li Şamê malbatên Begdaş (Xalid Begdaş), Hemolêlê, Şemso, Zerkî, Alûsî... ev hemû Kurd in lê arasteya wan her tim Sûriyeyî û Urûbî bûye. Ti cudahiyek di navbera Kurd, Tirkmen, Çerkes, Arnawid û Aşûriyan de nîne; zimanê wan hemûyan Erebî bû û girêdayî neteweya Ereb bûn.
Cizîr
Herêma Cizîrê sê parêzgehan (Reqa, Dêrezor û Hisîçayê) dihewîne. Li Çiyayê Kurd kombûneke Kurdan hebû ku rêjeya wan nêzîkî ji sedî 3 ji xelkê Sûriyeyê bû. Ji ber ku li Qamişloyê zêdetir Mesîhî û Erebên Aşûrî hebûn, di salên şêstî de ji ber sedemên aborî koçî Amerîka û Ewropayê kirin û milkên xwe firotin wan Kurdên ku ji Bakurê Kurdistanê (Tirkiyeyê) an ji hatibûn. Bi vî awayî Kurd li Qamişloyê û gundan peyda bûn.
Kurd li parêzgeha Hisîçayê nêzîkî ji sedî 20 in û li navçeyên wekî Amûdê, Eyn Ereb (Kobanî), Qehtaniye (Tirbespiyê) û Yeirûbiye (Girkê Legê) belav bûne. Ev herêm ji ber têkelbûna bi eşîrên Ereb re zemîneyek ji bo nijada Kurdan pêk nînin. Tenê navçeya Efrînê kombûneke mezin a Kurdan tê de heye. Bicihbûna Kurdan bi serjimêriya 1962an re derket; dewletê pê bawer bû ku zêdetirî wan koçber in û xelkê Tirkiyeyê ne. Piştre bi hatina Partiya Beasê re siyaseta Erebkirinê li van navçeyan serdest bû.
Îran, Tirkiye û Îraq
Li Îranê di sala 1946an de dewleteke Kurdan li Mehabadê ji bo 11 mehan hat damezirandin. Li Tirkiyeyê jî PKK bi piştgiriya Sûriyeyê di serdema Hafiz Esed de hat damezirandin ji bo ku Tirkiyeyê dabeş bike. Li Îraqê jî tevgera Mela Mistefa Barzanî û şoreşên Kurdan hebûn heta ku piştî sala 1991ê cureyek ji otonomiyê bi dest xistin.
Sûriye û Beas
Lê li Sûriyeyê ev tişt qet rû nedane. Di serdema Beasê de hinek partiyên Kurdan ên biçûk hebûn heta ku "Rêveberiya Xweser" û HSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) hatin damezirandin. Di dema şoreşa 2011an de, hinek hêzên Kurdan sê parêzgeh ji Sûriyeyê qut kirin û serkirdayetiyek ava kirin ku şaxekî PKKê ye. Wan xwest bi alîkariya Amerîkayê herêmeke wekî ya Kurdistana Îraqê ava bikin.
Lê ev parêzgeh hemû Ereb in; li Reqa û Dêrezorê rêjeya Kurdan sifir e. Li Hisîçayê jî tenê ji sedî 20 in. Ji ber wê serî li çekdarkirina Ereban dan û hêzek ava kirin ku piraniya wê Ereb in lê serkirdayetiya wê li Qendîlê ye. Yekîtiya partiyên Kurdan ên resen piştgiriya HSDyê nakin lê piştgiriya yekîtiya Sûriyeyê dikin. HSDyê sûcên mezin li dijî wan kirin û serkirdeyên niştimanî mîna Mîşel Temo teror kirin.
Ji ber van hemûyan li Sûriyeyê "Pirsgirêka Kurdan" ne hebûye û ne jî dê hebe. Kurdên Sûriyeyê Ereb in bi wateya çandî û fikrî.
Sûriye welatekî yekgirtî ye û çanda wê Erebên-Îslamî ye û her kes tê de hevwelatî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse