Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman ji Rûdawê re behsa rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxîna desthilata Beşar Esed û hatina desthilata nû ya bi serokatiya Ehmed Şer kir.
Marlin Stutzman eşkere kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, ne pereyan û ne jî hêza leşkerî ji Amerîkayê dixwaze.
Stutzman diyar kir ku Ehmed Şer tenê daxwaza rakirina cezayên li ser welatê xwe dike û gotiye: "Em dixwazin welatê xwe ji nû ve ava bikin."
Stutzman her wiha da zanîn ku divê derfet bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê bê dayîn da ku welat ber bi demokrasiyê ve bibe.
Her wiha tekeziyê li ser wê yekê dike ku divê hikûmeta paşerojê ya Sûriyeyê piralî be û mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên wekî Kurd, Xiristiyan û Durzî biparêze.
Stutzman azadiya olî wekî beşeke sereke ya serkeftina wî welatî bi nav kir û diyar kir ku divê Şer peyva “Erebî” ji navê Komara Sûriyeyê rake, ji ber ku “navê ku tu li xwe dikî, nîşan dide ku tu kî yî.”
Hevpeyvîna Endamê Kongreyê Marlin Stutzman a bi Diyar Kurde re:
Rûdaw: Mehek e Serok Trump mazûvaniya Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz, Ehmed Şer li Koşka Spî kiriye. Civînê pêwendiyên navbera Amerîka û Sûriyeyê ji nû ve dariştin û qonaxeke nû ya dîplomasiyê vekir. Di demekê de ku her du hikûmet behsa guherînê dikin, xelkê Sûriyeyê behsa wê yekê dike ku ew guherîn ji bo civaka wê ya aloz, bi taybetî ji bo civakên wekî Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyanan, çi wateyê didin. Ew berdewam derbarê reformên siyasî, nenavendîbûn û lihevhatina niştimanî pirsgirêkan dikin ku heta niha nehatine çareserkirin. Paşeroja van civakan jî dê bibe stûna aramiya Sûriyeyê. Îro em li studyoya xwe ya li Washington DCyê mazûvaniya Endamê Kongreyê Marlin Stutzman dikin. Gelekî spas cenabê Endamê Kongreyê ku îro li gel me yî.
Marlin Stutzman: Spas Diyar, kêfxweş im ku li gel we me.
Rûdaw: Hûn çûne Sûriyeyê lê ez dê bi serdana Serokê Sûriyeyê ya Washingtonê dest pê bikim. Nêzîkî mehekê dibe Serok Trump mazûvaniya Serokê Sûriyeyê kiriye. Hûn arasteya tevgera pêwendiyên navbera Amerîka û Sûriyeyê çawa pênase dikin?
Marlin Stutzman: Bi lez diçe. Kêmtir ji salekê yan jî hinekî zêdetir ji salekê bi ser rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê û revîna wî ya Rûsyayê re derbas bûye û ew rastiya ku Şer li Sûriyeyê desthilat girtiye dest. Yek ji wan tiştên ku ez dibêjim di vê rewşê de baş e ew e ku bi kêmanî guleyek hate teqandin, mebesta min ew e ku şerekî navxweyî yê mezin di navbera Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û hikûmeta Esed de rû neda. Lewma ez bawer dikim ku jiyana gelek kesan hat parastin. Niha derfeta hikûmeta Sûriyeyê heye ku welat ji nû ve ava bike, ev jî bi rastî dikeve ser serkirdayetiya Şer. Gelo ew dê hemû niştecihên Sûriyeyê hembêz bike yan dê pêkhateyeke diyarkirî hembêz bike? Hûn dizanin, dubendî her dem dibe sedema nakokiyan. Lewma, hêviya min ew e ku Şer rêyeke wisa bide ber xwe ku hemû pêkhateyan û hemû xelkê Sûriyeyê li xwe bigire. Sûriye xwedî dîrokeke mezin e. Çîrokeke wê heye ku gelek kes hez dikin vebêjin lê di heman demê de hevrikiya wî welatî ya ji ber rejîma Esed welatekî wisa afirandiye ku pêwîstiyeke wî ya mezin bi avedankirinê heye. Kavilkariyeke mezin li wî welatî heye û lewma jî Serok Şer xwedî derfeteke mezin e û ez jî wî han didim, çimkî gelê Sûriyeyê bi rastî ji şer westiyaye û xweşguzeraniyê dixwaze.
Rûdaw: Endamê Kongreyê, hûn çûne Sûriyeyê û we got nêzîkî salekê bi ser bûyeran re derbas bûye. Ez bawer nakim ku niha pir zû be eger em nirxandinekê ji bo rewşa Sûriyeyê bikin. Heta niha we çi gavên şênber li Sûriyeyê dîtine ku nîşana reform û guhertinên rastîn ên li wî welatî bin?
Marlin Stutzman: Ev pirseke baş e. Tişta ku min ji destpêkê ve gotiye ew e ku em zêdetir çavdêriya kiryarên Serok Şer dikin, ne gotinên wî. Li gorî min, di demekê de ku li herêmên peravê û li Siwêdayê kuştar hebû, teqereq li Hums û beşên din ên welêt hebû lê ez vê jî fêm dikim ku hinekî dem divê da ku hikûmetê pêk bîne. Ew ji gelek aliyan ve di bin zextê de ye. Tundrew zextê lê dikin û ew jî hewla xwe dide. Dema ku min di meha Nîsana borî de bi wî re hevdîtin kir, yek ji tiştên ku min jê wergirt û min hest kir ku pir hêvîdar bû, ew bû ku ji min re got ew hez nake bi Çîniyan re gotûbêjê bike. Peymanek li ser maseya wî bû ku ji aliyê Rûsan ve hatibû lê bi rastî dixwest bi Rojavayê re biaxive, dixwest bi Serok Trump re biaxive. Êdî lewma Mîr Selman li Erebistana Siûdiyê civîn ji bo her duyan organîze kir. Ji bo ku Serok Trump û Serok Şer li Rojhilata Navîn hev bibînin, dema Serok Trump di destpêka îsal de serdana wir kir. Derfeta wan çêbû ku silavê li hev bikin. Ew rastiya ku Serok Şer ji bo serdanekê û hevdîtina li gel Serokê Amerîkayê hat Amerîkayê, gelek tiştan ji min re dibêje. Mebesta min ew e, eger em wan kesên ku li Sûriyeyê dibêjin "Mirin ji bo Amerîkayê" li ber çavan bigirin, ew Serok Şer dixin rewşeke pir zehmet. Lewra, Serok Şer bêguman aliyê Amerîkayê girtiye û amade ye li gel Amerîkayê kar bike. Hêviyên me hene. Azadiya olî yek ji wan tiştan e ku ez hest dikim gelekî girîng e. Divê hikûmeta Sûriyeyê rêzê li hemû olên li Sûriyeyê bigire. Divê rêzê li takekes bigire. Divê rêzê li kelepor û dîrokê bigire û xelkê li dora hev kom bike, li şûna ku pêkhateyeke diyarkirî hembêz bike.
Rûdaw: Pişt re ez dê bêm ser behsa azadiyên olî û azadiya pêkhateyan lê Şer çûye serdana Moskowê jî?
Marlin Stutzman: Rast e.
Rûdaw: Baş e, tu ji serdana wî çi dixwînî?
Marlin Stutzman: Bêguman, ew serdana gelek welatên cîhanê dike. Nirxandina min ew e ku hîna karê wî yê neqediyayî li gel Rûsyayê heye. Diyar e ku Esed li Rûsyayê ye. Gumana min ew e ku dibe ku wan derbarê Esed de axivîbin. Min li vir li Washington DCyê li gel Şer şîv xwar û nêrîna min ew e ku divê Sûriye zêde ji ber Esed ne dilgiran be. Sûriyeyiyan dest bi balkişandina ser avakirina Sûriyeyê kirine û gotinên Şer jî bi heman awayî bûn ku dadperwerî di dema xwe de dê bide ser rêya xwe, di wê mijara ku pêwendî bi Esed û tiştên ku Esed li hemberî xelkê Sûriyeyê kirine heye lê di heman demê de ez di wê baweriyê de me ku ev rewş pir hestyar e û dibe ku ber bi her aliyekî ve biçe, ev jî girêdayî wê yekê ye ka dê çi biqewime. Ez bawer im ku Şer kesekî sade ye û amade bû guhdariyê bike û amade jî bû ku gotûbêjên zehmet bike. Eger kesek hebe ku hêviyên wî yên mezin hebin, ew Serok Trump e. Serok Trump dan û standinkarê herî xurt e û dîplomatê herî bihêz e ku Amerîkayê ji serdema Ronald Reagan ve hebûye. Lewra jî, ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump xwedî wê dîtin û hestê ye ku bizane çawa li gel Serok Şer tevbigere, eger rewş xirab be.
Rûdaw: Amerîka bi dilekî vekirî li Sûriyeyê dinêre lê em derbarê helwesta Amerîkayê bipirsin. Gelo Amerîka bi wî awayî li Sûriyeya piştî Esed dinêre ku welatekî yekgirtî û yekparçe ye? Eger bi vî awayî be, ev çi wateyê dide pêkhateyên din ên Sûriyeyê, pêkhateyên olî û daxwazên siyasî yên civakên cuda li Sûriyeyê?
Marlin Stutzman: Bêguman. Di rastiyê de ez wisa dihizirim ku divê ew helwesta hikûmeta Amerîkayê be ku em Sûriyeyê wekî Sûriye nas bikin. Tişta ku li gorî min balkêş e ew e ku Sûriye xwedî pirrengiyeke mezin e û bi vî awayî gelekî dişibe Amerîkayê. Me gelek kesên ji paşxanên cuda hene. Mirov ji bo "Xewna Amerîkî" hatine Amerîkayê. Wê demê, ez bawer dikim ku pêwîst e Serok Şer tekeziyê li ser "Xewna Sûriyeyî" bike û "Xewneke Sûriyeyî" ava bike ku ji bo hemû mirovan baş be. Eger amade bin bi awayekî cidî bixebitin, eger amade bin rêzê li hev bigirin, wê demê welat dikare ji nû ve were avakirin. Her wiha, bêguman ji ber cihê ku Sûriye lê ye, cihekî bêhempa ye ku dikeve navbera Rojhilata Navîn, Ewropa û Asyayê, dibe ku veguhestin û binesazî di nav Sûriyeyê re derbas bibe û ew jî ji aliyê aborî ve dê gelekî mezin be. Geştyarî ji bo Şamê gelekî girîng e. Ku Xiristiyan dikarin biçin Orşelîm-Qudsê, biçin Şamê bi rêya Şamê ku nimêj lê hat kirin. Bandora wê ya aborî jî dê pir mezin be. Êdî lewma derfetên aborî li wir in lê ev hemû bi rêzgirtina li hev dest pê dike. Careke din vedigerim ser mijara azadiya olî ku bi rastî jî bingeha sereke ya serkeftina Sûriyeyê ye.
Rûdaw: Pirseke derbarê azadiya olî dikim. Hûn û berpirsên din ên Amerîkayê jî dibêjin, Amerîka li kiryarên hikûmeta Sûriyeyê dinêre ne li gotinên wê lê me dît, vê hikûmeta demkî, destûreke demkî derxist, Sûriye wekî komareke Erebî pênase kir û heta radeyekê garantiyeke wiha ya mafên netewe û olan neda û tewra hinek ji wan mafê xwendina bi zimanê xwe nîne. Hûn vê yekê çawa dibînin û çi jê dixwînin? Ev ew tişt in ku Amerîka li bendê bû Sûriyeya nû ji bo wan gavan bavêje?
Marlin Stutzman: Dizanî ew ji bo min tiştekî girîng e. Ew navê ku tu xwe pê bi nav dikî, nîşan dide ku tu kî yî. Bi baweriya min dê tiştekî jîrane be eger Serok Şer çav li navê welatê xwe bigerîne û li peyva Erebî ya di nav navê wê de vegere. Li gorî min, divê tenê "Komara Sûriyeyê" be. Divê Serok Şer bi rastî xelkê li dora hev kom bike, êdî çi Kurd bin an Durzî, Elewî yan Xiristiyan an Misilman yan jî deştî. Mebesta min ew e, li wir hinek paşxanên dijwar hene û pêwendiyên wan dijwar bûne lê bi baweriya min ev girîng e. Ango, em di sedsala 21an de dijîn. Xelk dikare di kêmtirî 24 demjimêran de li cîhanê bigere. Xelk dikare di cih de pêwendiyê deyne. Eger Sûriye dîroka xwe qebûl bike û di heman demê de teknolojî û şiyana hilberîn, avakirin û gerê jî qebûl bike, wê demê dê her kes li Sûriyeyê sûdê werbigire. Her wiha bi baweriya min tişta girîng, ew Sûriyeyiyên Amerîkî ne ku li vir li Amerîkayê dijîn û ezmûna Xewna Amerîkî dîtine. Piraniya xelkê Sûriyeyê xwendewar in û dizanin rewş li vir çawa ye. Rast e, ne her tim tiştekî xweş e lê di heman demê de, divê em ti carî destê xwe neavêjin kuştina hev. Divê em ti carî hev nekujin ji ber ku em ne li hev in. Lewma bi baweriya min Sûriye xwedî wê şiyanê ye ku bibe welatekî bêhempa li Rojhilata Navîn.
Rûdaw: Bi baweriya min, Sûriye gelekî guh dide Amerîkayê û pişta xwe bi alîkarî û piştgiriya siyasî ya Amerîkayê girê dide. Hûn dibînin xaleke nakok a beloq di navbera pêkhateyên wekî Kurd, Durzî, Xiristiyan, Elewî û Êzidiyan de li gel hikûmeta Sûriyeyê ew e ku piraniya wan pêkhateyan ji destpêkê ve daxwaza pergaleke federalî û nenavendî ji bo Sûriyeyê dikin. Hûn wisa bawer dikin ku pergaleke federalî ji bo Sûriyeyê guncaw e?
Marlin Stutzman: Bi baweriya min divê xelk bi xwe biryarê bide ka ew dikarin bi çi awayî bijîn û li kû hest dikin ku dengê wan tê bihîstin. Diyar e ku dîroka Sûriyeyê ne bi vî awayî bûye lê bi rastî ez hêvîdar im ku li dora maseyekê kom bibin û tawîzê bidin. Divê ne tenê behsa wê yekê bê kirin ku divê kî çi werbigire. Divê behsa dayînê jî bê kirin. Em hemû dikarin çi bidin Amerîkayê? Gotina navdar a John Kennedy ku got: "Nepirse welatê te dikare çi ji bo te bike, bipirse tu dikarî çi ji bo welatê xwe bikî". Divê ev bibe modela Sûriyeyê. Niha rewş dijwar e, çimkî hejarî zêde ye. Gelek tişt hene. Mebesta min ew e, Esed welatê xwe wêran kir lê rûpeleke spî jî li ber dest e. Lewra eger ew li Sûriyeyê pêngavên rast biavêjin, dikarin bibin xwediyê teknolojiya herî nû û çandiniyê. Dikarin avahiyên nû û veberhênanên wan di welêt de hebin; dikarin pêwendiyên wan bi Amerîka, Îsraîl, Tirkiye û welatên din ên navçeyê re, bi Ewropa û yên din ên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê re hebin. Ji ber tiştên ku bi awayekî xwezayî li Sûriyeyê hene, eger bi hev re bixebitin dibe ku rewş bêhempa be. Lewma carinan divê mirov ji xwe bipirse: Gelo şer hêjayî wê yekê ye? Çima divê ez vî şerî bikim? Gelo ez dikarim rêyekê bibînim ku bi welatiyên xwe re kar bikim li şûna ku bihêlim rabirdû me ji hev veqetîne?
Rûdaw: Lê hûn dizanin ku Sûriye, ne Amerîka ye. Demokrasiya li Amerîkayê heye, li Sûriyeyê nîne. Carinan hinek ji wan pêkhateyan bi wî çavî nayên dîtin ku beşek in ji Sûriyeyê û ji bo wî welatî têdikoşin. Hûn dibînin ku pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Durzî û Xiristiyanan jî dibêjin em Kurd in, Durzî ne, Xiristiyan in lê em Sûriyeyî ne jî. Hûn ne bawer in ku bihêzkirina civakên xwecihî dê bibe sedema aramiyeke zêdetir li Sûriyeyê û yekîtiya Sûriyeyê jî?
Marlin Stutzman: Bila ez pêşî tiştekî bînim bîra we ku li Amerîkayê jî şerê navxweyî hebû. Me berî kêmtirî 150 salî şerekî navxweyî kir. Em neçar bûn ku di wê rewşê re derbas bibin. Ew şerê bira li dijî bira bû; pismam li dijî pismam. Demeke pir tarî bû ji bo Amerîkayê, ev rastiyek e ku em di nav şerê navxweyî re derbas bûn. Hûn dizanin Îrlandayê şerê navxweyî kir. Gelek welatên xwedî şaristanî di demên wêranker re derbas bûne. Lewma ne tiştek e ku berê nehatibe kirin lê di xalekê de divê mirov bêje: Em ji şerkirinê westiyan, bila em bi hev re rûnin û rêyeke pêşketinê ji bo bihêzkirina civakên xwe bibînin. Li Amerîkayê Afrîkî-Amerîkî, me Spî, Çînî-Amerîkî hene, em hemû ji Alman-Amerîkiyan hatine. Malbata min ji Almanya û Swîsreyê hatiye, ji bo azadiya olî hatine vir. Loma ez bawer im ku Amerîka mînakeke mezin e. Ji ber vê yekê ez bawer im ku azadî beşeke pir girîng a vê yekê ye, rêzgirtina li hev û dîtina çareseriyê li şûna şerkirinê ye. Mebesta min ew e ku kuştin ne bersiv e.
Rûdaw: Gelo hûn bawer dikin ku eger mafê pêkhateyan û hemû aliyan neyê dayîn, ti şerek li Sûriyeyê rû nade? Ji ber ku we li Amerîkayê ji şerê navxweyî ders wergirt û her dem wê dersê tînin bîra xwe û dizanin hûn ji kû hatine. Lê li Rojhilata Navîn gelek şerên navxweyî rû dane, derbe û mana li ser desthilatê tiştekî asayî ye. Hinek tên ser desthilatê û dev jê bernadin, wekî ku malbata Beşar Esed li Sûriyeyê kir. Hûn bawer dikin ku Sûriye dê rûbirûyê şerê navxweyî nebe û ji şerê navxweyî û aloziyan ders wergirtiye?
Marlin Stutzman: Dîrokê nîşanî me daye ku Rojhilata Navîn dîktatoran baştir dibîne, ji ber wan hemû dubendiyan û wan hemû pevçûnên ku li Rojhilata Navîn rû didin. Em li Amerîkayê geş bûn û bûn ew welatê mezin ê ku heye lê sedema ku Amerîka xweşguzeran e ew e ku Amerîka azad e û ji bo me asayî ye ku em pirsgirêkên xwe bibin ser sindoqên dengdanê. Em guleyan bi kar naynin. Her gava ku te dest bi bikaranîna guleyan kir, dojeh çêdibe. Tişta ku me dîtiye û rû daye ev e. Lewma divê ev bibe zîhniyetek. Ez dizanim zehmet e ku mirov bêje ev dikare zû rû bide, çimkî wisa nabe. Ez ji wan tawanên ku ji malbatekê li dijî malbateke din, ji mezhebekê li dijî mezhebeke din hatine kirin, fêm dikim lê yek ji wan tiştên ku Serok Şer ji min re behs kir û ez bawer im pir kûr bû, ew bû ku wî amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e lêborîn hebe. Her wiha ez bawer im ku ew tiştekî gelekî girîng e ji bo her mirovekî, ku em hemû di qonaxeke jiyana xwe de ji aliyê kesekî ve hatine êşandin û em dikarin...
Rûdaw: Ew ji bo xwe yan ji bo gel û welatê xwe duayan dike?
Marlin Stutzman: Wî got, divê dadwerî hebe lê got divê lêborîn jî hebe. Ew tiştek e ku divê her yek ji me wekî mirov giringiyê bide. Bêguman mebesta min ew e, her dema ku tu endamekî malbata xwe bi kuştina ji aliyê eşîreke din an jî rêoleke din ve ji dest didî, tu daxwaza dadweriyê dikî. Gelek caran em tolhildanê dixwazin. Eger em karibin dadweriyê bi dest bixin û paşê lêborînê, ew yekane rêya pêşveçûnê ye, ji bo lêborînê.
Rûdaw: Pir baş e, çend mehên borî, gelek gotûbêj di navbera Kurdan û hikûmeta Şamê de hatin kirin. Hûn dizanin ku Kurd duyemîn neteweya herî mezin a Sûriyeyê ne, li gel pêkhateyên din hikûmeteke xwecihî ava kirine û wekî hevpeymaneke Amerîkayê 12 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞê de dane. Ma hûn nabînin ku înkarkirina daxwazên wan ên siyasî dê bibe sedema nearamiya zêdetir li Sûriyeyê?
Marlin Stutzman: Belê, wisa ye. Çi qas Sûriye zêdetir parçe bibe, ew qas zêdetir nearam dibe. Hûn dizanin ez van dawiyan li Qeterê bûm, diyar e Qeter welatekî pir biçûk e, 300 hezar Qeterî û nêzîkî du milyon kesên din li wir dijîn, pereyekî zêde ji gazê bi dest dixin û dikarin xwe xwedî bikin. Wekî ku diyar e Qeter welatekî xwedî desthilateke monarşî ye. Qeter hinekî cuda ye ji ber ku nîvgirav e lê Sûriye bi rastî pêwîst e ku yekgirtî be û hemû çavkaniyên xwe yên xwezayî bi kar bîne û, divê bi hev re parve bikin. Mebesta min ew e, nabe tenê komek ji xelkê li ser hesabê xelkê din sûdmend bin. Loma heman gotûbêj li Amerîkayê jî hene, piştrastbûna ji wê yekê ku aborî ji bo hemû Amerîkiyan be, piştrastbûna ku derfet ji bo hemû Amerîkiyan hebe. Pêwîst nake encamê diyar bikî. Divê hikûmet encamê diyar neke. Divê her takekes bi awayekî cidî bixebite û bigihîje armancên jiyana xwe. Ez bawer im ev ji bo Kurdan jî girîng e. Kurd hevpeymanên mezin ên Amerîkayê ne û dikare bandoreke wan a mezin hebe û ez hêvîdar im Serok Şer wî derî ji bo pêwendiyên me yên li gel Kurdan veke. Diyar e ku ew şerkerên bêhempa ne, hêzeke bêhempa ne, eger karibin bibin beşek ji pêkhateya Sûriyeyê, dikarin ji gelek aliyan ve berevaniyê li welêt bikin lê divê rêyekê bibînin, divê ev nifş be ku bibêje: Bes e, bila em sûcên berê ji bîr bikin û rêyekê ji bo karê hevbeş û lihevhatinê bibînin.
Rûdaw: Eger min berî salekê ev pirs ji we bikira we dê bigota, Kurd tekane hevpeymanên me li Sûriyeyê ne lê niha guheriye. Hûn paşeroja pêwendî û hevahengiya di navbera Kurdan û Amerîkayê de çawa dibînin, bi taybetî ku ceza hatine rakirin û Amerîkayê pêwendî li gel Şamê daniye?
Marlin Stutzman: Belê, ez bawer im divê her tim di bîra me de be ku Kurd dostên me bûne û amade bûn alîkariya me bikin di şerê li dijî DAIŞê de. Ew dostên pir baş ên Serok Trump bûn di gera wî ya yekem a serokatiyê de. Nêrîna wan pir bi hêz e, divê em guh bidin nêrîna wan jî û bêguman em guh bidin nêrîna Durziyan jî. Bila em guh bidin nêrîna Xiristiyan, Misilman û Elewiyan. Mebesta min ew e, divê dengê her kesî hebe. Dema ku em ti carî bi temamî li hev nakin an jî bi temamî ne hemfikr in, bila em li ser wê yekê li hev bikin ku ew dê li Sûriyeyê yekgirtî bin. Sûriye li seranserî cîhanê wekî yek ji kevintirîn welatên cîhanê tê naskirin. Ew dîroka ku li wir heye divê cihê şanaziyê be. Ne ku jê dûr bikevin. Gelek kes naçin Sûriyeyê, çimkî naxwazin biçin navçeyeke metirsîdar, ji ber wan hemû şerên navxweyî yên ku li wir rû didin. Eger bibin yek, dikarin bibin hêzeke bêhempa li Rojhilata Navîn.
Rûdaw: Dema ku em behsa Sûriyeyê dikin, em dizanin ku aliyê desthilatdar ê niha yê Sûriyeyê pêwendiyên wî bi komên tundrew re hebûn, wekî Qaîde û paşê jî DAIŞê. Li gorî nêrîna we, hebûna Sûriyeyeke navendî di bin desthilata wan kesan de dê çi bandoreke wê li ser paşeroja Sûriyeyê û mafên pêkhateyan hebe?
Marlin Stutzman: Divê şerkerên biyanî, DAIŞ, Qaîde, rêxistinên terorîstî nikaribin bibin beşek ji vê yekê. Mebesta min ew e, ew yek bi ser nakeve. Eger Sûriyeyeke yekgirtî hebe û bikaribin cureyekî ji rêxistinên terorîstî ji nav bibin, ew rêyek e ji bo ku sûdê bigihînin welêt. Mebesta min ew e, xweşguzeranî dema ku xelk yekgirtî bin çêdibe. Xweşguzeranî wê demê çênabe ku parçebûyî bin. Lewma eger wê yekê dixwazin ku ji bo zarokên wan ew a herî baş e, eger ew wê yekê dixwazin ku ji bo neviyên wan a herî baş e, divê li ser paşerojê bifikirin. Rabirdûya Sûriyeyê ne xweş e lê di heman demê de dikarin paşerojeke nû ji bo zarok û neviyên xwe ava bikin ku dibe ku bêhempa be. Ez hez dikim malbata xwe bibim ji bo serdana Şamê û serdana Sûriyeyê, ji bo dîtina wî cihê ku Pawlos tê de geriyaye û ew cihê ku Mesîh pê de çûye, her wiha ji bo dîtina dîrok û şûnwarên rabirdûyê; ew tiştekî bêhempa ye. Êdî lewma ez hêvîdar im û ez gelê Sûriyeyê han didim ku van hemû tiştan li ber çav bigirin, tevî hemû cudahiyan rêyeke bibînin ji bo ku bi hev re bixebitin û ji hev hez bikin.
Rûdaw: Hûn hest bi ewlehiyê dikin eger niha mal û zarokên xwe bibin Sûriyeyê yan hîn pêdiviya we bi misogeriya ewlehiyê ya zêdetir heye?
Marlin Stutzman: Ji bo min eşkere ye wekî endamekî Kongreyê, dê ewlehiya min a taybet hebe lê ji bo malbateke Amerîkî ya asayî, li gorî min dem divê. Em nêzîk dibin ji vê. Loma girîng e ji bo Serok Şer ku ewlehiyê ji bo hemû Sûriyeyiyan dabîn bike, çimkî em bala xwe didin bajarên xwe li vir li Amerîkayê, dema ku em guh li bûyerên teqekirinê dibin li Şîkagoyê, yan tawanên madeyên hişbir û ew kesên ku pirsgirêkan çêdikin li bajarên me yên mezin, ez dizanim hin kes hene xwe dûr digirin ji çûna bajarên me yên mezin, ji ber ku hest bi ewlehiyê nakin. Divê ewlehî ji bo her kesî bê dabînkirin.
Rûdaw: Amerîka kîjan aliyê ewlehiyê baş dibîne ji bo ku piştrast bibe ku çekdarên tundrew ên Sûriyeyê destê xwe daneynin ser paşeroja Sûriyeyê û desthilatdariya Sûriyeyê?
Marlin Stutzman: Bi nêrîna min beşek jê bipêşketina aborî ye, mebesta min ew e eger em cezayan rakin. Yek ji wan tiştên ku divê em bizanibin ew e ku Serok Şer daxwaza pereyan ji Amerîkayê nake, daxwaza hêza leşkerî nake lê tenê daxwaz dike ku ceza bên rakirin û got: Em dixwazin welatê xwe ji nû ve ava bikin. Serok Şer daxwaza alîkariya belaş nake. Ev yek jî ji aliyê wî ve karekî gelekî bilind e. Her wiha ez dizanim bi milyonan dolar veberhênan amade ye ku vegere nav Sûriyeyê, çimkî ew jî bi welêt bawer in. Lewma peyama min ji bo gelê Sûriyeyê ew e, gelek xelk hene dixwazin bi Sûriyeyê bawer bin. Divê ew bi xwe bawer bin û rêyekê bibînin ji bo ku bi hev re bixebitin û bi aştî û lihevkirinê bi hev re bijîn.
Rûdaw: Ev tê wateya ku Sûriye amade ye ji bo çaksaziya siyasî û misogerkirina mafên pêkhateyan û çareserkirina pirsgirêka hikûmeta nenavendî û lihevhatina giştî?
Marlin Stutzman: Divê wisa be. Mebesta min ew e, divê karibin rêyekê bibînin. Ez têdigihim, dema ku kêmîneyeke we ya biçûk hebe, dibe ku ew ne desteya desthilatdar an partiya desthilatdar bin lê ji ber vê yekê hilbijartin girîng in da ku dengê her kesî hebe. Divê her kes karibe li ser maseyê be û beşdar bibe. Ne merc e her kes tiştê ku dixwaze bi dest bixe. Ti kes her tim her tiştî bi dest naxe lê eger tenê kesek her tiştî bi dest bixe, ew dîktatorî ye. Lewra, eger karibin rêyekê bibînin ku di çarçoveya komarekê de demokratîk bin, ez nabêjim divê wekî Amerîkayê bin, tenê bawerî, dilgiranî û xemxwariya min ji bo xelkê ye. Ez naxwazim bibînim zarokek ji ber şer bavê xwe ji dest bide. Ez naxwazim bibînim jinek bî bibe, çimkî hevjînê wê ji aliyê terorîstan ve hatiye kuştin. Aştî ji şer gelekî baştir e. Lewma çavê cîhanê li Sûriyeyê ye û eger ew jî karibin rêyekê bibînin ji bo birêvebirina karûbarên xwe bi curekî pergala federal ku rêzê li mafên civakên xwecihî û olên cuda yên welêt bigire, li gorî min ew dê tiştekî herî baş be. Eger pêwîstî bi curekî din ê pergalê hebe, divê karibin rûnin û rêyekê bibînin lê di dawiyê de em vedigerin ser prensîbên bingehîn ên azadiya derbirînê û azadiya olî. Bi rastî ez bawer dikim ku azadiya olî beşa herî mezin a vê yekê ye.
Rûdaw: Divê Amerîka xwedî kîjan pîvanan be da ku bipîve û bizane ku Sûriye ber bi welatekî piralî û aramiya siyasî ve diçe ku mafên pêkhateyan tê de parastî bin; pêkhateyên neteweyî û her wiha yên olî li Sûriyeyê?
Marlin Stutzman: Li gorî min yek ji tiştên girîng ew e ku divê li gel rojnamegeriya azad, zelalî hebe. Divê rojnamevan karibin li wir bin û li ser tiştên ku dibînin û dibihîzin raporan amade bikin, ne tenê ji bo welat, belkî ji bo cîhanê jî. Li gorî min zelalî di hikûmetê de girîng e. Ez dubare dikim, carinan em karan li ser xwe giran dikin. Ez têdigihim ku rêveberî zehmet e, ne pêvajoyeke hêsan e lê hebûna zelaliya herî zêde girîng e. Li gorî min ew rastiya ku Serok Şer geştê dike û serdana serokên din ên cîhanê dike, nîşan dide ku ew amade ye û li hevbeşiyê digere. Dema Serok Şer got ku ew dixwaze bi Amerîkayê re biaxive, min hest kir ku ew îşareteke pir mezin e ku eger em karibin bibin hevbeş, eger em karibin têkiliyê deynin, ez bawer dikim ku nirxên li Amerîkayê, her çend carinan li gel azadiyê dijwar û aloz bin jî, carinan bacek heye ku bi azadiyê re tê dayîn, bacek heye ku bi azadiyê re tê û her tim bi wê pakî û paqijiyê dernakeve ku em dixwazin derkeve lê di demeke dûrûdirêj de, ez bawer dikim ku eger Sûriyeyî karibin rêyekê ber bi pêş ve bi pergaleke ku ji bo her kesî guncaw be bibînin lê divê Sûriyeyeke yekgirtî be û karibin alaya Sûriyeyê bilind bikin, ev ew tişt e ku bi rastî alîkariya wan dike ku bi ser bikevin.
Rûdaw: Min got ez dê pirsgirêka dawî bikim lê ez dê vê pirsê jî lê zêde bikim. Li cem we dê çawa bûya, eger Ehmed Şer bihatiba Washingtonê yan çûba welatên din bi şandeyeke ku Kurd, Xiristiyan, Durzî û pêkhateyên din pê re bûna. Ma ev dê ne bibandortir bûya?
Marlin Stutzman: Ez dikarim heman tiştî li ser serokê xwe bibêjim. Serokê me bi tenê çû Rojhilata Navîn. Mebesta min ew e, şandeyeke ji seranserî welêt pê re nebû.
Rûdaw: Lê ew (Donald Trump) ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin, ne ku wî xwe wekî serok daye nasandin.
Marlin Stutzman: Belê, ev xaleke rast e, ew rast e lê ez bawer im Serok Şer dê hikûmeta xwe damezrîne. Ew serok e, her çiqas ji aliyê hemû xelkê ve nehatibe hilbijartin. Rast e lê ew dixwaze di nava pênc salên bê de hilbijartinan bike. Min jê pirsî: "Çima pênc sal?" Got: "Ji ber ku dem divê heta ku penaber vedigerin û bi cih dibin." Got: "Li Jobarê binêre, Jobar bi temamî wêran bûye." Divê xelk welatê xwe ji nû ve ava bikin. Lewra eger ew bi rastî bikaribe pêbendî tiştê ku dibêje û dixwaze bigihêje bibe, her wiha eger bikaribe derfetê bide xelkê ku welatê xwe heta dema hilbijartinan ji nû ve ava bikin, ez amade me wê derfetê bidimê. Ez bawer im ev yek girîng e. Ez bawer im Serok Trump wê derfetê bide wî. Gelek ji me li Kongreyê dixwazin derfetê bidin wî da ku hikûmeteke ku ber bi pêvajoya demokrasiyê ve biçe damezrîne lê di vê navberê de tenê bi rakirina cezayan re derfet çêdibe ku xelk welatê xwe ji nû ve ava bikin. Niha tu nikarî kerta krediyê li Sûriyeyê bi kar bînî. Hemû pereyên kaş û bazarkirina li kolanan e. Kurên ciwan li ser kolanan bi kaş benzînê dikirin û dixin nav otomobîlan. Pergaleke wan a aborî ya baş nîne. Dubare dikim, ez Esed wekî sedema vê yekê dibînim. Karekî mezin li pêşiya Şer heye, karekî mezin ji bo 25 milyon kesî û bi milyonan kesên din ên ku dibe ku vegerin welêt. Ew ji bo her kesî karekî mezin e. Wê demê eger ew vê yekê rast dabeş bike û xelk dilsoz bin û bi hev re bixebitin, ez bawer im ew dikare serkeftî bibe.
Rûdaw: Zor spas Endamê Kongreya Amerîkayê ji bo vê derfetê.
Marlin Stutzman: Zor spas, ez kêfxweş bûm.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse