Li Sûriyeyê teqîn: Leşkerên mirî û birîndar hene

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rîf Dimeşq Teqîn Leşker Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî baregeheke leşkerî ya li derdora bajarokê Kisweyê yê Rîf Dîmeşqê teqînek çêbû.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama teqînê de 2 endamên Fîrqeya 44an a Artêşa Sûriyeyê mirin ku yek ji wan fermandar bû û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku di dema teqînê de dronên Îsraîlê li ser herêmê difiriyan.

Li aliyê din, SOHRê ragihandibû ku îro serê sibê li gundê Taranjahê yê li gundewarê bakurê Quneyterayê di êrişeke Îsraîlê ya li ser malekê de ciwanek hatiye kuştin.

SOHRê her wiha da zanîn ku ne diyar e bê ma êriş bi dronan hatiye kirin an ji aliyê hêzên bejayî ve û sedema êrişê jî nayê zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst