Şandeya MSDyê bi Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê re civiya

28-01-2025
RÛDAW
Nîşan MSD Durzî Şêx Hikmet Hicrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî li Siwêdayê civiya.

Şandeya MSDyê ya bi serokatiya Hevseroka Meclisê Leyla Qereman, li li Siwêdayê Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî ziyaret kir.

Şandeya MSDê ji Alîkarê Hevserokatiya Meclisê Elî Rehmûn, Endama Buroya Jinan Janda Remo, Sekreterê Giştî yê Partiya Lihevkirina Demokratîk a Kurd Fewzî Şengalî û endamên Desteya Siyasî ya Karên Nîştimanî û Demokratîk pêk dihat.

Li gorî agahiyên berdest, di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxina desthilata Beşaer Esed hat gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser rewşa aloz a welêt û zehmetiyên ku xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dikişînin rawestiyan.

Di civînê de biryarên jêrîn hatin dayîn:

- Ji bo garantîkirina bêalîbûn û edaleta dezgehên hikûmetê divê karên ol û dewletê ji hev bên veqetandin.

- Divê piştî avakirina hikûmeteke veguhêz a berfireh û rawestandina şer a li seranserê Sûriyeyê çek radestî dewleta Sûriyeyê bên kirin.

- Pêwîst e ji bo lidarxistina kongreyeke neteweyî ya berfireh hewl bê dayîn ku bê îstisna nûnertiya hemû aliyan bike û ti pêkhate yan aliyên Sûriyeyî li derveyî nemînin.

- Divê dewleta Sûriyeyê li ser bingehên sivîl û demokratîk ji nû ve were avakirin ku li ser welatîbûna wekhev û cudabûna desthilatan ava bibe.

Her wiha di dawiya hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya peydakirina çareseriyên siyasî hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst