Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên Durziyan ên ku malên wan ji aliyê êrişkarên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê ve hatine şewitandin, li Mezargeha Eyn Zemanê ya li bajarê Siwêdayê bi cih bûne.
Ew dibêjin ji bo ku canê xwe xilas bikin, mal û keda bi salan li pey xwe hiştine.
“Tişt ku me dîtiye nayê wesifkirin”
Koçberê Durzî Luey Helebî wiha qala dijwariya jiyana xwe kir:
“Tiştê ku me dîtiye nayê wesifkirin. Malên me şewitîn, me nedizanî em berê xwe bidin kû derê, tenê Mezargeha Eyn Zemanê li pêşiya me ma. Wan em rizgar kirin û malbatên me parastin.”
Malbatên Durziyan yên ku li vir hatine bicihkirin hemû xelkê gund û bajarokên derdora bajarê Siwêdayê ne.
Bi gotina wan êriş ji nişka ve bûn û kesên ku êriş kir mal û her tiştên wan şewitandin û wan tenê rihê xwe xilas kiriye.
“Mala me şewitandin”
Niştecihê Gundê Tehleyê Hinêdî Helebî jî got:
“Dengê cîranê min hat ku êrişkeran meydan bi tank, zirxpoş û mûşekan kontrol kiriye.
Me yekser kur û keçên xwe kom kirin û em li barhilgira cîranê xwe siwar bûn û me berê xwe da Siwêdayê.
Piştî ku em ketin ser rê, mala me şewitandin.”
Çavkaniyên xwecihî yên Durziyan dibêjin, zêdetirî 30 gundên wan ji aliyê êrişkeran ve hatine talankirin û şewitandin.
Li gorî amarên herî dawî yên Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di şer û pevçûnên li Siwêdayê de heta niha hezar û 448 kes hatine kuştin ku ji wan 698 Durzî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse