Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Şandeyeke Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bi serokatiya Îlham Ehmed li Şamê ye.
Çavkaniyeke berpirs a ji Meclisa Sûriyeya Demokratik (MSD) ji Rûdawê re ragihand ku şandeyeke Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêvebveriya Xweser çûye Şamê.
Îlham Ehmed serokatiya wê şandeyê dike û şande de hinek civînan pêk bîne.
Li gorî heman çavakaniyê, di civînê de dê hewlên bo dîtina çareseriyeke ji bo paşeroja Sûriyeyê û bicihanîna Peymana 10 Adarê werin gotûbêjkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara îsal peymanek îmze kiribû lê niha di pêkanîna wê de pirsgirêk derketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse