Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê li Siwêdayê êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir berpirsyariya wê êrişê li xwe girt.
Piştî rûxana rejima Beşar Esed cara yekem e DAIŞ êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kir.
Rêxistina DAIŞê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan bombeyek bi otomobîleke hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya li parêzgeha Siwêdayê teqandiye.
Çavkaniyên navxweyî yên Sûriyeyê ragihandin ku ev êrişa yekem a ragihandî ya DAIŞê ye li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê.
Roja çarşemê li rojavayê bajarê Siwêdayê otomobîlek teqiya û ji ber wê sivîlek hat kuştin û sê endamên Firqeya 70emîn a artêşa Sûriyeyê jî birîndar bûn.
26ê mehê rayedarên Sûriyeyê ragihandin ku wan endamên şaneyeke rêxistina DAIŞê li nêzîkî Şamê desteser kir.
Li gorî berpirsên Sûriyeyê şaneya DAIŞê xwe ji bo êrişekê amade dikir.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, komên çekdar ên Sûriyeyê ku Heyeta Tehrîr El Şamê serperiştiya wan dikir, hikûmeta Esed rûxand û hikûmeteke demkî ava kir.
Yek ji pirsgirêkên mezin ên wê hikûmetê parastina ewlehiya Sûriyeyê ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di ziyareta Erebistana Siûdî de cezayên li ser Sûriyeyê rakirin û bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Trump di berdêla wê de ji berpirsên Sûriyeyê xwest ku rê li ber xurtbûna DAIŞê bigirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse