Berpirsa DEVAyê Zeynep Derelî: Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî destûrî û mirovahî ye

01-01-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Tirkiye Partiya DEVA Pirsa Kurd Kurd Zimanê zikmakî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Seroka Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Zeynep Derelî ragihand, ku di bernameya partiya wan de mijara zimanê zikmakî bi awayekî pir zelal hatiye diyarkirin û perwedeya bi zimanê zikmamî weke mafekî “mirovî” û “hemwelatîbûnê” bi nav kir.

Zeynep Derelî j Rûdawê re got, “Ez bixwe jî nû beşdarî xebatên koma xebata me ya li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî bûme” û tekez kir: “Raporek me ya pir berfireh heye, ez kêfxweşim ku vê bi we re parve bikim. Perwerdeya zimanê zikmamkî mafekî hemwelatîbûnê ye, mafekî destûrî ye. Em wiha dibînin; bidestxistina perwerdehiyeke baş, ger dayîna perwerdehiyeke bi kalîte ji her kesî re erkek destûriyê ya dewleta me ye, wek ku di destûra me de hatiye diyarkirin daxwaza fêrkirina zimanê zikmakî ya hemwelatiyên me, yek ji mafên wî yê herî girîng e ku parastina zimanê xwe yê zikmakî bike û di heman demê de zimanê fermî yê welatê me fêr bibe.”

Seroka Polîtîkayên Perwerdeyê ya Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) amaje bi wê yekê kir, ku partiya wan ne tenê bi gotinan û ne tenê ji bo sempatiya dengderan behsa mafê zimanê zikmanî û parastina wê dike, lê belê ew wî mafî weke “mafekî mirovahiyê û dewlemendiyekê” dibînin.

Zeynep Derelî ji Rûdawê re got: “Em pirbûna zimanên zikmakî yên li welatê xwe wekî dewlemendiya xwe dibînin. Bêguman ev ne pirsgirêk an jî xeterek e, dewlemendiyeke mezin e. Di derbarê vê de min di civîna me ya duh de mînakek da, em bêjin hûn li Ewropayê rastî kesek hatin ku diya wî Fransî bavê wî Alman e û li Brîtanyayê dijîn û em jê re dibêjin çiqas xweş e. Dema ku em li Tuirkiyê jî rastî malbateke wisa tên mixabin carna li dibistanê jî, di nav hevalên xwe de jî rastî rexneyen tên. Lê heman dewlemendî li welatê me heye, pêwîst nake em biçin derve, pêwîst nake ku welatên cûda lihev bicivînin, dewlemendiya vî welatî ev e, em ê heta dawiyê xwedî li vê yekê derên û vê bidin jiyandin.”

Di bernameya Partiya DEVA de, giringî bi cudakirina desthilatan, sîstema parlamenteriyê û pêşniyarên di derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de hatiye dan.

Kêmasiyên ku girêdayî mafê mirovan û dewletek demokratik û hiqûqî yên Tirkiyê ne, faktora bingehîn a pirsgirêka Kurd e.

Di metna bernameya Partitya DEVAyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ji kêmasiyên ku bûne sedem Tirkiye nebe dewleteke hiqûqê û demokratîk a li ser bingehê mafê mirovan, faktora bingehîn a pirsgirêka Kurd e.

Di berdewamiya metnê de mijar wiha didome “Ev pirsgirêk xwedî dîrokeke dirêj e. Di warê aborî, siyaset û mirovahiyê de gelek encamên neyînî bi xwe re tîne. Ev pirsirêka gelek giring a pir alî, bi rastî, ev pirsgirêk li ser bicihanîna daxwazên hemwelatiyên me yên Kurd ên mafên demokratîk, azadî û hemwelatiyeke wekhev e.”

Li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd jî di bernameya DEVAyê de tê gotin: “Baweriya me bi vê heye ku çareserkirna pirsgiêka Kurd li Tirkiyê dê demokrasiyê pêş bixe, bikaranîna çavkaniyên xwe li deverên ku pêdivî pê hene dê aboriyê bihêz bike, dê pîvanên hiqûqî bilind bike, dê di siyaseta derve de qada tevgerê berfireh bike û dê tevna civakî xurt bike.”

Di derbarê perwerdeya zimanê zikmamkî de di bernameya Partiya DEVA de wiha tê gotin “Em wek Partiya Demokrasî û Pêşketinê, em vê yekê rast nabînin ku zimanê zikmakî bibe mijara pevçûnê. Li gel esasgirtina baş fêrkirina zimanê me yê fermî û hevpar Tirkî re, daxwazên zimanên zikmakî, naskirina çandên cuda yên hemwelatiyên me, em wek mafeke mirovahî û pêwîstiyeke pedagojîk dibînin.”

Gotinên Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan yên di derbarê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ji aliyê Kurdan ve bi eleqeyek mezin ve tên şopandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst