Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Tenduristiyê ya Stenbolê ragihand ku metirsiya li ser jiyana Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder hîn jî didome.
Tedawiya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û endamê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder berdewam dike.
Birêvebirê Tenduristiyê yê Stenbolê Doç. Dr. Abdullah Emre Guner îro derbarê rewşa Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek da.
Abdullah Guner ragihand ku dema krîza dil li Sirri Sureyya Onder da, tîman di nava 3 deqeyan de xwe gihandine wî û di 7 deqeyan de jî tîmên tenduristiyê ew gihand nexweşxaneyê û got:
“Ez dixwazim spasiya her kesê ku keda wan derbas bûye bikim, ji ber ku min bêyî cudahiya di navbera nexweşxaneyên hikumî û taybet de bikim hemû wekî tîma xwe qebûl kirin.”
“Hêviya me heye”
Birêvebirê Tenduristiyê ya Stenbolê amaje bi wê yekê kir ku Onder emelîyateke giran derbas kiriye û got:
"Di pêvajoyeke giran re derbas dibe. Xwedê şifayê bide wî.
Em dişopînin, wekî bijîşk her dem hêviya me heye. Em hêvî dikin ku ew demeke vegere nav me."
“Hîn jî metirsî li ser jiyana wî heye”
Abdullah Guner di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Sirri Sureyya Onder di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û got:
“Hîn jî metirsî li ser jiyana wî heye. Ew ji emeliyateke dijwar derket, ez hêvî dikim ku ew dê vê pêvajoyê derbas bike.”
15ê Nîsana 2025an ji ber firehbûna damarê aortê krîza dil Sirrî Sureyya Onder da.
Piştre emeliyateke 12 demjimêrî derbas kir. Onder ji wê rojê ve di çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse