Navê Sirri Sureyya Onder li parkeke Stenbolê hat kirin

12-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sirri Sureyya Onder Park Stenbol Sancaktepe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê navê Sirri Sureyya Onder li parkeke navçeyê kir.

Navê Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê, Endamê Şanda Îmraliyê û Cigirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder ku 3ê Gulana îsal koça dawî kirûbû, li parkeke navçeya Sancaktepe ya Stenbolê hat kirin.

Şaredariya Sancaktepeyê ya Stenbolê ku di destê CHPyê de ye, îro biryar da ku navê parkeke nû ya li taxa Veysel Karanî kir “Parka Werzişê ya Sirri Sureyya Onder.”

Biryar e park roja 14ê Hezîrana 2025an demjimêr 17:00an bi merasîmekê bê vekirin.

4ê Hezîrana 2025an Şaredariya Şirnexê ya AK Partiyê jî navê Sirri Sureyya Onder li parkeke parêzgehê kiribû.

Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê, Endamê Şanda Îmraliyê û Cigirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder ku 15ê Nîsana îsal ji ber krîza dil bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, 3yê Gulana 2025an piştî 18 roj mana li nexweşxaneyê  koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst