Li Yalovayê di operasyona DAIŞê de pevçûn: Gelek polîs birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yalova DAIŞ Polîs Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Yalovayê ya Tirkiyeyê di operasyona li dijî DAIŞê de şer derket û 7 polîs birîndar bûn.

Tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Yalovayê, îro berê sibehê li gundê Elmalikê yê girêdayî navenda bajêr ve bi ser malekê de girt.

Di dema serdegirtinê de gumanbarên di malê de gule li polîsan reşandin û di navbera aliyan de şer û pevçûn derket.

Tîmên taybet sewqî herêmê hatin kirin

Hat ragihandin ku di encama gulebarana gumanbaran de 7 polîs birîndar bûne.

Li ser bûyerê tîmên Tevgera Taybet a Polîsan (POH) ji Bursayê ji bo piştgiriyê sewqî herêmê hatin kirin.

Hat zanîn ku polîsên birîndar rakirine nexweşxaneyê û metirsiya jiyanê li ser wan nîne.

Her wiha polîsek ji bo dermankirinê sewqî Bursayê hatiye kirin.

Daxuyaniya Parêzgariyê

Parêzgariya Yalovayê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û piştrast kir ku operasyon li dijî DAIŞê hatiye kirin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de got:

"Linavçeya berpirsyariya Birêvebiriya me ya Ewlehiyê ya Yalovayê, di dema operasyona plankirî ya ku li dijî rêxistina terorê DAIŞê hat lidarxistin de, 7 polîs birîndar bûne.

Di çarçoveya bûyerê de, tîmên piştgiriyê yên Tevgera Taybet ji parêzgeha Bursayê ji bo navçeyê hatin şandin û piştgiriya operasyone hat kirin.

7 polîsên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyê û li gor nirxandinên destpêkê yên bijîşkî, metirsiya jiyanê ya personelên birîndar nîne.

Li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê û xebatên midaxaleyê bi beşdariya hêzên din bi awayekî kontrolkirî berdewam dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst