Rojeva Tirkiyê - 'Xeta Bakûr a PKKê hate jinavbirin'

02-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Rojev Rojname
A+ A-

Manşetên Rojnameyên Tirkiyê

 

Artêşa Tirkiyê ji bo operasyona ser navenda Efrînê lez da karê xwe. Dîmenên ku ji aliyê amûrên esmanî yên bê ajokar ve têne kirtin têne analîzkirin. Amadekarî li ser bernameyeke 3D tê kirin û Efrîn kuçe bi kuçe bi wan tê jiberkirin.

 

Sabah: Deynê Stuyê me ye ku em xwe bînin bîra ewên ku me tune dihesibînin

 

Serokomar Erdogan: Leşkerên me yên 20-25 salî yên qehreman li wê cografya ya bi zehmet dîrokê ji nû ve dinivîsin.

 

Sozcû: Di warê dadweriyê de paşveçûn

 

Tirkiye di warê dadwerî û mafên bingehîn de di dawiya lîsteyê de cîh digire. Li gorî rapora bi navê ‘Balayî ya hiqûqê’ ku ji aliyê Projeya Dadê ya Cîhanê ve hatiye amadekirin Tirkiye di nava 113 welatan de bûye welatê 101mîn.

 

Milliyet: Xet hate temamkirin

 

Piştî ku Zara û Alî Kar hatin kontrolkirin, li ser sînorê Sûriye xeteke berfireh kete jêr kontrola Arteşa Tirkiye.

 

Haber Turk: Xeta Bakûr a PKKê hate jinavbirin

 

Du gundên li nêzikî Bilbil û Çiyayê Darmik hatin kontrolkirin û pê re jî xeta PKKê ya Bakûrê Efrînê hate jinavbirin.

 

Posta: Va ye kûrahiya terorê

 

Di çarçoveya operasyona Çikilê Zeytûnê de doh bajaroka Bilbil hate kontrolkirin. Heta niha bi tevahî 29 dever hatine kontrolkirin. Li Castel Cundo toreke tunêlan hate dîtin ku kûrahiya wan 6 metre ye.

 

Star: Li hemberî zilma PYDê serîrakirina Sûryaniyan

 

Rêxistina terorî ya ku êdî nikare kesî bişîne cephe, despêkir ku êrîşî kristiyanan bike. Rêxistinê 3 jê Suryanî, 4 ermen bi tevahî 14 kristiyan revandin û çekdarî li wan ferz kir.

 

Karar: Rûsya Idlibê ji Esad re vedike

 

Moskowa ku Tirkiye bi bidawînekirina kûleyên tometbar dike, li hemberî êrîşa li ser konvoya leşkerên tirk bêdeng dimîne niha jî ji bo ku Esed pêşve biçe amadekariyên esmanî dike.

 

Yenî Şafak: Bilbil di 24 seatan de temam e

 

Li ceqheyê Bilbil ku li Bakûrê Efrînê ye, di nava 24 seatan de derbeyeke giran li PKKê hate xistin. Arteşa Azad û Arteşa Tirkiye bi dehan terorîst kuştin û kontrola bajêr xiste destê xwe. Bilbil navçeya herî mezin e ku di çarçoveya operasyonê de hatiye kontrolkirin.

 

Yenî Bîrlîk: Ger Fir'ewn bidîta wê fedî bikira

 

Welatiyê Sûrî yê ku beriya 4 mehan tevî 8 zarokên xwe ji ber zilma PYDê reviya û hate Tirikye, behsa zilma ku PYD li xelkê dike kir. Ger Fir'ewn zilma PKK/PYDê bidîta wî jî dê fedî bikira.

 

Cumhuriyet: Profesorên zanîngehê ji kar tên derxistin

 

Her du profesorên zanîngeha Tibê ya Stenbolê, Raşit Tukel û Taner Goren ji ber daxuyaniya xwe ya “Şer Girifteke Tendirustiyê ya Xelkê Ye”, ji kar hatin derxistin.

 

Bîrgun: Girtiyan ji zîndanê nivîsîn; Her heftiyê bi ser odeyên me de dgirin

 

Vatan: Dilê dayîkan xwe ranagire

 

Ji çar aliyê Tirkiye pakêt bi pakêt xwarin bo leşkeran tê şandin. Ew pakêt heta sengerên herî pêş diçin. Ji ber zêdebûna pakêtan parêzgeriya Hatayê spasiya xelkê kir û got ewqas bes e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst