Berdevkê AK Partiyê: Pêvajo bi îradeya Serokkomarê me bûye polîtîkaya dewletê

02-05-2025
Nîşan Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Pêvajo Polîtîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand, pêvajoya ku “bi banga stratejîk û dîrokî” ya  Devlet Bahçelî dest pê kiriyê, “bi îradeya bilind" a Erdogan bûye polîtîkayeke dewletê.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê derbarê “pêvajoya aştiyê” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Çelîk ragihand ku ew pêvajoya bi “banga dîrokî û stratejîk” a Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiriye “bi îradeya bilind” a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bûye polîtîkaya dewletê û li pey çû:

“Trafîka serdanan a di navbera partiyên siyasî de jî oksîjena siyasî ya pêvajoyê zêde kiriye û zemîna wê bihêztir kiriye.

Kapasîteya demokratîk a komara me ya derbarê çareserkirina pirsgirêkan bilind e.

Komara Tirkiyeyê li ser bingehê prensîba ‘yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’ê bi şiyariya milet û aqilê dewletê li ser rojeva xwe serwer e.”

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Omer Çelîk got, divê ev bang derbasî qonaxeke wiha bibe ku “êdî teror bi hemû hêmanên xwe yên neyasayî û çekdarî biqede” û anî ziman:

“Her gava erênî ya di rojên pêş de ku derbarê çekdanîn û xwefesixkirinê çêbibe dê gaveke din a erênî li pey xwe bîne. Em her qonaxê bi baldarî dişopînin.”

Wî qala “provokasyon”an jî kir û wiha got:

“Em dibînin ku kampanyayên reşkirinê yên hinek aliyan berdewam dikin.

Haya me ji wan aliyan heye ku ji bo negihîştina vê armancê bombeyên mijê yên siyasî diavêjin û provokasyonan çêdikin.

Tê dîtin ku ewên ku van kampanyayan dimeşînin geşedanên ku li erdnîgariya me ya nêzîk çêdibin rast naxwînin û derbarê hinek rastiyên bingehîn de jî ne xwedî agahiyên rast in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst